​​​​​​​Gundê Bênê jî tê topbarankirin, zevî tên şewitandin

Hêzên dagirker gundê Bênê yê Şêrawayê topbaran dike. Di encamê de agir bi zeviyên ceh û genim ketin.

​​​​​​​Gundê Bênê jî tê topbarankirin, zevî tên şewitandin
3 hezîran, 2021   15:39
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên Şêrawayê didomînin. Di van kêliyan de gundê Bênê tê topbarankirin û bi dehan top li gund ketin. Di encamê de agir bi zeviyên genim û ceh ketin.

Ji ber topbarana dijwar şênî nikarin biçin şewatê vemirînin.

Topbarana li ser gund bê serûber didome.

ANHA