​​​​​​​Dagirker careke din gundên Şêrawayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aqîbê û derdora gundê Ziyaretê yên navçeya Şêrawayê bi obusan topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirker careke din gundên Şêrawayê topbaran dikin
3 hezîran, 2021   15:04
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên Şêrawayê berfireh kirin. Vê carê derdora gundê Ziyaretê ku kampa koçberên Efrînê lê heye, topbaran dike.

Di heman demê de gundê Aqîbêyê tê topbarankirin. Gund ji duh derengî şevê heta nîvro ve hate topbarankirin. Li gorî agahiyan zêdetir 150 top li gund ketine.

Ji ber topbaranê ziyan gihiştin milkên sivîlan û zeviyên çandiniyê yên li gundên Aqîbê û Soxanekê şewitîn.

ANHA