Desteya Kar û Barên Civakî: Herî zêde zarokên Efrînê para xwe ji sûcên dagirkeriyê digirin

Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokên Bêguneh ên Mexdûrên Êrişan daxuyaniyek da û bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarokan li Şehba û Efrînê.

Desteya Kar û Barên Civakî: Herî zêde zarokên Efrînê para xwe ji sûcên dagirkeriyê digirin
3 hezîran, 2021   12:59
ŞEHBA

4`ê Hezîranê Roja Navneteweyî ya Zarokên Bêguneh ên Mexdûrên Êrişan e. Bi boneya vê rojê Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Fatma Hecî Mihemed û Heyder Hemo ve hate xwendin. Di dema xwendina daxuyaniyê de wêneyên zarokên şehîd rakirin ku di komkujiya Til Rifetê ya 2`yê Kanûna 2019`an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû pêkanîn û di encamê de 8 zarok hatibûn qetilkirin. Her wiha pankartên "Ez dixwazim bi aştî bijîm" û "Nebe şirîkê qetilkirina zarokan" hatin hildan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku di 2011`an de şer dest pê kir û para herî mezin ji êş û zehmetiyên şer a zarokan bû ku di encama wê de jiyana xwe ji dest dan û heta niha jî zarokên Efrînê para herî mezin ji sûcên dewleta Tirk digirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 76 zarok, ji wan 14 zarok ji ber mayinên bermahiyên şer, hatine kuştin û 330 zarokên din jî birîndar bûne.

Her wiha hate diyarkirin ku zarok ji fêrbûna bi zimanê dayikê mehrûm mane û neçar mane ku fêrî zimanê tirkî bibin, alên Tirkiyê û wêneyên serokkomarê Tirk bi cilên wan ve dikin da ku nasnameya wan binpê bikin, dibistan kirine baregehên leşkerî, zarokan fêrî çekan dikin û fikirên radîkal bi rêya dersên olî di serê wan de diçînin.

Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê di dawiya daxuyaniyê de got: "Bi boneya Roja Navneteweyî ya Zarokên Bêguneh ên Mexdûrên Êrişan ku 4`ê Hezîranê ye û ji aliyê NY`yê ve hate erêkirin, bang li hemû rêxistin, komeleyên sivîl, hiqûqî û mirovî yên girêdayî zarok û mirovan dikin ku destwerdanê bikin, şerê li Sûriyê û rijandina xwînê nexasim a zarokan bisekinîne, jiyaneke ewle û tendurist ji wan re peyda bike da ku mafên xwe yên rewa pêk bînin, pêşerojeke xweş û geş ji zarokan re misoger bikin.”

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R3Ti-rN9fyQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>