'Armanca dewleta Tirk têkibirina projeya neteweya demokratîk e'

Pêkhateyên Tirbespiyê diyar kirin ku armanca dewleta Tirk têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye û destnîşan kir ku ew ê li hemberî van planên wê bisekinin.

'Armanca dewleta Tirk têkibirina projeya neteweya demokratîk e'
'Armanca dewleta Tirk têkibirina projeya neteweya demokratîk e'
'Armanca dewleta Tirk têkibirina projeya neteweya demokratîk e'
'Armanca dewleta Tirk têkibirina projeya neteweya demokratîk e'
3 hezîran, 2021   13:32
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û xizmetguzarî ji şêniyan re, civîneke berfireh li Hola Nadîn Siyadî li dar xist.

Di civînê de endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Cesûr Silêman axivî.

Silêman diyar kir ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra û pêkanîna ewlehiyê li herêm, rêxistinkirina civakî û avakirina saziyan, hin dewlet hewl didin Rêveberiya Xweser a li herêmê têk bibin.

Cesûr Silêman destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê sîstema demokratîk a li herêmê naxwazin û wiha pê de çû: "Em dibînin ku dewleta Tirk şerê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike, hemû rê û rêbazan bi kar tîne da ku fikirê demokratîk ê azad ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, têk bibe."

Silêman da zanîn ku pergalên desthilatdar di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de şerê gel dike û ajnîdeyên xwe li herêmê belav dike da ku fitne û tevliheviyê di nav civakê de derxîne.

`BAWERIYA ME TENÊ BI HÊZA ME HEYE`

Cesûr Silêman di axaftina xwe de got: "Hêzên koalîsyonê, Rûsya û gelek hêzên din tu garantiyan nadin me. Garantiya me xwîna şehîdan û hêzên me ne ku ji keç û xortên me hatine avakirin û fedekariyên gelê me ye".

Der barê xebatên xizmetguzarî de endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Cesûr Silêman destnîşan kir ku saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetên heyî kar dike da ku pêwîstiyên civakê peyda bike. Lê divê hevkariya şêniyan bi saziyan re ji vê astê mezintir be da ku pêdiviyên wan peyda bikin.

 Silêman îşaret pê kir Rêveberiya Xweser hêviya gelên herêmê ye lê divê nas bikin ku gelek alî dixwazin her derfetekê bi kar bînin da ku Rêveberiya Xweser têk bibin.

 Beşdaran di mudaxeleyên xwe  de gotin, pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan yek in û dê li hemberî komployên li dijî ewlehiyê herêmê bisekinin.

Beşdaran destnîşan kir ku ew hewldanên dagirkeriya Tirk ên ji bo tunekirina her projeyeke demokratîk li herêmê dizanin.

(şx)

ANHA