Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi koronayê ketin
3 hezîran, 2021   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa bi daxuyaniyekê diyar kir ku kesên bi koronayê (Covid-19) ketine, 15 mêr û 12 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 4

Qamişlo: 3

Dêrik: 1

Kobanê: 5

Reqa: 2

Tebqa: 5

Kampa Holê: 7

Mistefa da zanîn ku 2 kes jî baş bûne.

Bi  van daneyan hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 17 hezar û 946 kesan; ji wan 732 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 817 jî baş bûne.

)dm)