Rêveberiya Minbicê: Em ê kesên di bûyerên dawîn de birîndar bûne, derman bikin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê daxuyaniyek da û tê de piştrast kir ku ew ê kesên ku di bûyerên dawîn ên li Minbicê de birîndar bûne, li ser hesabê xwe derman bike.

Rêveberiya Minbicê: Em ê kesên di bûyerên dawîn de birîndar bûne, derman bikin
3 hezîran, 2021   11:37
 MINBIC

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarên Wê Mihemed Xêr Şêxo daxuyaniyek bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Sivîl a Minbicê xwend û tê de ev yek hat gotin:

“Di bûyeran de ku beriya çend rojan rû dane, gelek sivîl birîndar bûn. Wek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Gundewarên Wê bi berpirsyariya exlaqî û mirovî li hemberî wan birîndaran dê dermankirina wan li ser me be.

Ji bo wê jî me Komîteya Tenduristiyê erkdar kir ku rewşa birîndaran û dermankirina wan bişopîne.”

Her wiha Şêxo hêvî kir ku hemû birîndar di demeke nêz de baş bibin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cm77wh5ZbrA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>