Şêxên eşîrên Tebqayê kiryarên tevliheviyê yên li Minbicê şermezar kirin

Şêşx û rûspiyên eşîrên Tebqayê kiryarên talankirinê yên li dijî Rêveberiya Sivîl a Minbicê ku hedefên wan wêrankirin û derxistina fitneyan in şermezar kirin û piştrast kir ku ew piştevaniya QSD’ê û Rêveberiya Xweser dikin heta ku dagirkeran ji xaka xwe derdixin.

Şêxên eşîrên Tebqayê kiryarên tevliheviyê yên li Minbicê şermezar kirin
2 hezîran, 2021   14:50
TEBQA

Şêx û rûspiyên eşîrên Tebqayê der heqê bûyerên dawî yên li Minbic û gundewarên wê de daxuyaniyek da. Şêxê eşîra El-Sixne Fewaz El-Bêk daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Tişta ku îro li Minbicê jê êrişên çekdarî û talankirina bimetod ên li dijî saziyên leşkerî û sivîl dibin û kişandina çekê li hember Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî bi armanca derxistina fitneyan li herêmê ne.

Bi bihaneya erka xweparastinê ewlehî û aramiya Minbicê derbe dikin. Her wiha hin alî û meclisên pêywendîdar hene li ser guhartina qanûnan dixebitin. Lê ev kiryarên wêrankirinê ku pêk hatine girêdayî ajandeyên derve ne. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî van exlaq û kiryaran tev nagerin.

Em şêx û rûspiyên eşîran van kiryarên wêrankirinê li dijî Rêveberiya Sivîl a Minbicê şermezar dikin û bi tu daxuyaniyên li ser wêrankirin, derxistina fîtne û tevliheviyên etnîkî li herêmê qebûl nakin.

Em şêxên eşîran piştevaniya QSD’ê û Rêveberiya Xweser dikin û dê şerê dagirkeran heta derxistina wan ji xakên me, bikin."

(fr)

ANHA