`Fikir û felesefeya rêber Ocalan mifteya çaresrkirina krîzên Rojhilata Navîn in`

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê şaxê Helebê, destnîşan kir ku fikir û felsefeya rêber Ocalan mifteya çareserkirina kirîzên Rojhilata Navîn in, her wiha armanca tecrîda li ser wî pêşîgirtina li belavbûna fikir û felsefeya demokratîk a li dijî pergala kapîtalîst e.

`Fikir û felesefeya rêber Ocalan mifteya çaresrkirina krîzên Rojhilata Navîn in`
2 hezîran, 2021   23:43
HELEB-ARIF SILÊAMN

Desthilatên Tirkiye tecrîdeke girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dikin û rê nadin ku malbat û parêzerên pê re hevdîtinê çêkin.

Der barê armancên tecrîdê de, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê bajarê Helebê Mistefa Hemo got: " Tecrîdkirina rêber Ocalan, tecrîdkirina hemû gelên azadîxwaz û kesên demokrat e di serî de gelê Kurd e. Desthilatên Tirkiye her tim dixwazin di şexsê rêber Abdullah Ocalan de van gelan bikin armanc."

`PROJEYA RÊBERTÎ, ALTERNATÎFA PERGALA KAPÎTALÎST E `

 Hemo destnîşan kir ku dewleta Tirk û pergalên kaptalîst ên ku beşdarî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bûne ji fikirê wî yê demokratîk ditirsin, ji ber ku projeya neteweya demokratîk a ji hêla rêber Ocalan ve hatî pêşniyarkirin alternatîfa pergala welatên kapîtalîst e, ku gel azad û demokratîk bijîn. Tirsa wan ji vê projeyê ew e ku dê hemû plan û siyasetên dewleta Tirk têk bibin.

`FIKIR Û FELSEFEYA RÊBER OCALAN, MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE`

Hemo diyar kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, mifteya çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn in.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê, Mistefa Hemo axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê gelê Kurd û gelên ku bi wan re dijîn, ji bo rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7jG78bWnqFk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>