Elî El-Ebo: Divê her kes li hember xetereya li ser me û zarokên me hişyar be

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo destnîşan kir ku hin alî dixwazin tevliheviyê derxin û aramî û ewlehiya bajêr xira bikin û got “Em bang li şêniyan dikin ku li hember xetereya li ser me û zarokên me hişyar bin.”

Elî El-Ebo: Divê her kes li hember xetereya li ser me û zarokên me hişyar be
2 hezîran, 2021   09:53
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo der barê bûyerên dawîn de ku li bajarê Minbicê rû da wiha axivî: "Sûriye bi giştî di pêvajoyeke zehmet û hesas re ji bê aramiya siyasî û dorpêça ji hemû aliyan ve derbas dibe û ev rewş ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî derbasdar e, ji ber ku ew jî parçeyek ji Sûriyê ye."

El-Ebo wiha domand: “Bajarê Minbicê xwedî girîngiyeke mezin e ji aliyê cihê wê yê erdnîgariyê, hevgirtina di navbera netewe û pêkhateyên wê de her wiha aramiya lê peyda dibe. Ji ber vê yekê jî gelek kes çavên wan li aramî û ewlehiya herêmên me ne."

Her wiha El-Ebo ev yek destnîşan kir: “Aramiya li herêmê ne li gorî xwestekên gelek kesan e, ji ber wê jî dema hin şêniyên bajêr duh derketin da ku hin xwestekên xwe diyar bikin ku xwestekên wan dê bihatina lêkolînkirin û di ber çavan re bihatina derbaskirin, lê hinek aliyên ku naxwazin ev daxwazên wan pêk werin, hewl dan fitneyê di navbera gel de derxin û ewlehiya herêmê têk bibin.”

Mihemed Elî El-Ebo wiha domand: "Bi navê Rêveberiya Sivîl em bang li her kesî dikin ku di vê pêvajoya hesas de berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Divê em wek xebatkarên di vê rêveberiyê de û şêxên eşîran berpirsyariya xwe der barê welat û bajarê xwe de bînin cih û diyalogan bi pêş bixin û xirabûna heyî sererast bikin. Divê gelê me û ewlehiya wî di ser her tiştî re be."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo di dawiyê de got: "Em bang li şêniyan dikin ku li hember xetereya li ser me û zarokên me hişyar bin. Ji ber gelek alî hene dixwazin ewlehî û aramiya me têk bibin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GMInTyF9MTY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>