Di encama 2 teqînan de li Efganistanê 10 kes hatin kuştin

Bi vekişîna hêzên navneteweyî re, êrişên terorîst li Efganistanê zêde bûn. Li paytexta Efgansitanê Kabûlê 2 teqîn pêk hatin, di encamê de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Di encama 2 teqînan de li Efganistanê 10 kes hatin kuştin
2 hezîran, 2021   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî ewlehiyê ragihand ku di her 2 teqînên ku li beşa rojavayî ya paytexta Kabûlê pêk hatine de, herî kêm 10 sivîl hatin kuştin.

Berdevkê Hêzên Polîsan ê Kabûlê Ferdos Faramarz roja sêşemê diyar kir ku di encama 2 teqînên cuda de, 12 sivîl birîndar bûn. Her wiha heta niha tu aliyekê teqîn negirtiye ser xwe.

Tevgera Talîban û çeteyên DAIŞ`ê bi rêk û pêk teqînan li Efganistanê pêk tînin.

 (dm)