Rojnameyên erebî: Rola Misirê di çareserkirina aloziya Xezayê de Erdogan bi hêrs kir

Rojnameyên erebî yên îro behsa hewldanên Misirê da ku şerê Filistîn – Îsraîlê bi dawî bike, têkiliyên Tirkiye û Misirê û aloziya siyasî ya li Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Rola Misirê di çareserkirina aloziya Xezayê de Erdogan bi hêrs kir
2 hezîran, 2021   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

‘MISIR BANG LI KOMÊN FILISTÎNÊ DIKE KU DI HEFTEYA PÊŞ DE LI HEV BICIVIN’

Têkildarî rewşa Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Hikumeta Misirê duh bang li komên Filistînê kir da ku li Qahîreyê bicivin û armanca wê ku lihevkirinekê der barê nêrîneke hevbeş ji bo tevgera niştîmanî û pêngavên bidawîkirina parçebûnê de bibîne.

Çavkaniyên fermî got bi sponseriya serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî û serokê Filistînê bang li sekreterên giştî yên komên Filistînê hatiye kirin da ku di hefteya pêş de li Qahîreyê bicivin.

Baylozê Filistînê yê li Qahîreyê Diyab El-Loh ji Extra News re ragihand ku Misir di nava çend rojên pêş de dê ji nû ve dest bi civînên komên Filistînê bike û dê civîn ji sekretêrên giştî yên komên Filistînê re bi rêya vîdeoyê were lidarxistin.”

‘KANALÊN ÎXWANAN ÊN LI TIRKIYÊ CAREKE DIN DEST BI ÊRIŞÊN LI DIJÎ MISIRÊ KIR’

Girêdayî têkiliyên Misir – Tirkiyê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Kanalên Îxwanan ku ji Tirkiyê weşanê dikin,careke din li dijî dewleta Misirê êriş dest pê kir û ev yek piştî demeke kurt ji agirbestê ku zêdetirî 2 mehan dewam kir û çirûskên nêzîkatiya di navbera her du weletan de diyar bû, hate kirin.

Çavdêran got nerehetiya Enqereyê ji dûrxistina wê ji lîstina rolekê li Xezayê li beramberî komkirina kaxezên di destê Misirê de û bi destekdayîna Amerîkayê, diyar dike.

Çavdêran diyar kir ku Misir di aliyê navneteweyî û herêmî de tê qebûlkirin. Her wiha destnîşan kir ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi hemû şêwazan hewl da ku balê bikişîne ber bi xwe ve da ku rola navbeyankar bilîze, lê piştî ku El-Sîsî rol girt, Erdogan bi hêrs bû.”

‘LUBNAN... AVAKIRINA HIKUMETÊ DI NAVBERA REŞ Û SPÎ DE’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Piştî demekê careke din rewşa siyasî vegeriya û navenda wê jî cihê serokatiya duyemîn e. Duh di navbera serokê parlamentoyê Nebîh Berî û serokê hikumetê yê erkdarkirî Seed El-Herîrî de hevdîtin hate kirin. Lê hê jî helwesta hikumetê ne zelal e û dibe ku nakokî di navbera Ewn û El-Herîrî de dewam bikin."

(bx)