Li Til Hemîsê koperatîk hewl dide rêgeza xwetêrkirinê bicih bîne

Koperatîf ji bingehên aboriya civakî ye, armanca wê geşkirina aboriya civakê ku her ferd tê de beşdar dibe û qezencên wê li hemûyan werin parve dikin.

Li Til Hemîsê koperatîk hewl dide rêgeza xwetêrkirinê bicih bîne
2 hezîran, 2021   05:22
QAMIŞLO-ŞEHAB EL-EHMED

Bi pêşketina şoreşê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şêniyan dest bi avakirina koperatîfan kir. Li herêmê bi sedan koperatîf hene. Di vê çarçoveyê de koperatîfa "Hêzan" û koperatîfa "Şehîd Xalid Hiso" a xwedîkirina çêçikên mirîşkên malê li navçeya Til Hemîsê hewl dide di demeke kurt de nimûyeke fînansekirinê ya taybet a serkeftî pêk bîne, her wiha hewl dide hewcedariya bi hêk û goşt bi cih bîne.

Yekitiya Koperatîfan a Qamişlo di 10’ê Gulanê de 2 koperatîf ji bo xwedîkirina çêçikên malan li Til Hemîsê vekir û 2 hezar çêçik da her koperatîfekê. Koperaftîk ji aliyê kesên pirsorê ên xwedîkirina mirîşkan ve tê birêveberin.

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Yekitiya Koperatîfan a Qamişlo Raîde El-Mehamîd diyar kir ku armanc ji koperatîfan ne tenê qezencî yan jî baziranî ye û wiha got: "Lê armanc piştevaniya jinan û ciwanên bêkar in û derfetên kar ji wan re werin vekirin. Koperaftîk ji bo bicihanîna hewcedariya bi hêk, goşt, sebze, her wiha derfetên kar peyda dike û rê li ber keysbaziya bazirgan digire."

Ji beşdarên koperatîfa sewalvaniyê ji gundê Salihiyê, Ziyad El-Xidir wiha got: "Koperatîfê çêçik dan me da ku xwedî bikin. Em jî hewl didin vê projeyê bi pêş bixin, ji ber em bê kar in. Em di vê projeyê de dixebitin da ku hêk û goşt dabîn bikin."

El-Xidir da zanîn ku ev proje di dema xwe de hat û wiha dewam kir: "Ji ber ku bihabûn heye, dê ev koperatîf aboriyê bi pêş bixe û derfeta kar ji civakê re peyda bke. Ji ber ku ev yek bûye rêbazên başkirina aborî û civakê, başbûna kêmkirina lêçûnên xizmetan û rêgirtina li ber astengiyan û pirsgirêkên li herêmê."

Li Til Hemîs û gundewarên wê 12 cihên xwedîkirina mirîşkan hene, her 45 rojan nêzî 40 hezar mirîşk derdixîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aHcdJ-u0Fho" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>