Li Xezayê însiyatîfên gel ji bo rakirina bermahiyên şer

Bermahiyên şerê ku li Xezayê rû dabû jiyanê asteng dike û gelek kolanên sereke girtine. Di demekê de ku xebatên rakirina bermahiyan didomin, ciwanên dilxwaz alîkariya şaredariyê dikin.

Li Xezayê însiyatîfên gel ji bo rakirina bermahiyên şer
1 hezîran, 2021   23:43
XEZA-UMER MÛSA

Li rojavayê Xeza û nêzî Birca Henadî ya ku balafirên Îsraîlê di şerê dawî de wêran kiriye, komek ciwanên dilxwaz bi hevkariya karkerên şaredariyên Xezayê pêngaveke dane destpêkirin, da ku kavilên ku astengiya li kolanan çêdikin, rakin û herêmê ji bermahiyên bombebaranê paqij bikin.

Piştî ragihandina agirbesta li Xezayê di 21’ê Gulana borî de, ji ber mezinahiya wêrankirinê û derfetên kêm ên şaredariyên Xezayê, ciwanên dilxwaz ji bo alîkardayîna bi şaredariyan re pêngaveke paqijkirina kolanan ji bermahiyên şer dan destpêkirin.

Pêngava ciwanan bi elaqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. Di gereke li herêmên cûda yên Xezayê de asta tevlêbûna mezin a pêngavê diyar dibe. Ji bakur heta başûrê Xezayê rojane însiyatîfên dildar ên bi armanca jinûve avakirina Xezayê tên lidarxistin.

Ciwanê bi navê Yûnis Etiye ku ji beşdarên însiyatîfan e wiha got: "Tevî mirin û wêrankirina li derdora me, em dixwazin ji cîhanê re bibêjin ku em ji jiyanê hez dikin û ruxmî tevahî azar û zirarên me dîtine hewl didin xwe bigihînin jiyaneke birûmet."

Ciwana bi navê Nûr Lebid jî got:"Peyama me ew e ku hemû hewldanên tunekirina me û îmhakirina jiyanê li Xezayê dê têk biçin." Her wiha destnîşan kir ku armanca însiyatîfan alîkariya bi taximên şaredariyê ye û valahiya di kêmbûna kadoriyên wê de û derfetan dagirin.

Li ser însiyatîfan, berpirsê ragihandinê yê şaredariya Xezayê Hisnî Muhena anî ziman ku ev pêngava dilxwazî ya herî mezin li Xezaya dorpêçkirî ye û wiha domand: "Di vê pêngavê de asta wêraniya li bajarê me ya ji ber şer diyar dibe, bi wê re girîngiya beşdariya civakê ya girseyî misoger dibe, çi ferd, çi sazî yan jî deste û kom dibe û wêrankirina ku dijmin çêkiriye radikin û ji ve jiyanê li bajêr vedigerînin."

Muhena wiha axivî: "Em bi beşdariya mezin a ji tevahî temanan, sazî, komên ciwanan ên dilxwazî û werzîşî şoq man."

Muhena destnîşan kir ku armanc ji vê pêngavê ew e ku gelek kes beşdarî paqijkirin û rakirina wêrankirina ku dijmin çêkiriye bibin. Bi wê re rola civakê di jinûve avakirin û xweşikirina civakê de geş kir.

Muhena da zanîn ku ev însiyatîf peyameke berxwedana şêniyên Xezayê ruxmî hemû şeran nîşan dide.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de ku 11 rojan dewam kirin, 248 filistînî hatin qetilkirin, jê 66 zarok, 39 jin di nav de 3 jinên ducanî hebûn  17 kalemêr û zêdetir jî hezar û 948 birîndar hebûn.

Lê li gorî Wezareta Karên Giştî û Îskanê ya Xezayê, di encama bombebaranê de 230 avahî hatin wêrankirin ku ji 991 yekîneyên niştecihî û bazirganî pêk tên, li gel wê jî 678 yekîneyên niştecihî zirar dîtin û êdî ji xizmetê bi der ketin. Li aliyekî din jî zirar bi 12 hezar û 886 yekîneyên niştecihbûnê bûn.

Her wiha 48 avahiyên perwerdeê zirar dîtin, jê 44 dibistan, 2 baxçeyên zarokan û navenda perwerdê ya pîşesaziyê ya girêdayî Ajansa Alîkarî û Karên Penaberên Fîlîstînî (UNRWA), avahiyeke gerînendetiyên Wezareta Perwerdê û Fêrkirinê û avahiyên zanîngehê.

Ji ber topbaranê ziyan gihiştin tûrên kanalîzasyon û avê yên binerdê, sarîc, bîr û stasyoneke dehvdana ava kanalîzasyonê, her wiha ziyaneke pir mezin gihişt qada çandiniyê.

Li gorî daxuyaniya polîsên Îsraîlê, ji ber moşekên ku Tevgera Hemas û koman ji Xezayê ber bi Til Avivê ve diavêtin, 12 kes hatin qetilkirin û 335 kes birîndar bûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oEwf67I6f9k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>