​​​​​​​Li Tebqayê amadekariyên mîhrîcana 2’yan a Aştiya Zarokan tên kirin

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqa dest bi amadekariyên pêşwazîkriina mîhrîcana 2’yan a Aştiya Zarokan kir. Mîhrîcan bi armanva piştevaniya zarokan û pêşxistina behreyên wan e.

​​​​​​​Li Tebqayê amadekariyên mîhrîcana 2’yan a Aştiya Zarokan tên kirin
​​​​​​​Li Tebqayê amadekariyên mîhrîcana 2’yan a Aştiya Zarokan tên kirin
​​​​​​​Li Tebqayê amadekariyên mîhrîcana 2’yan a Aştiya Zarokan tên kirin
​​​​​​​Li Tebqayê amadekariyên mîhrîcana 2’yan a Aştiya Zarokan tên kirin
​​​​​​​Li Tebqayê amadekariyên mîhrîcana 2’yan a Aştiya Zarokan tên kirin
1 hezîran, 2021   18:30
TEBQA

Komîteya Çand û Hunerê komîteyeke amadekar a berfireh li navendên çandê yên Tebqa, Curniyê û Mensora ava kirin, da ku xebatên çavdêrî û şopandina perwerdekirina zarokan bikin û wan li ser komên beşdarî mîhrîcanê bibin belav bikin.

Dê 12 kom bi tevahî cureyên wê ji stran, dîlanên gelêrî beşdarî mîhrîcanê bibin û tê de nêzî 150 zarok hene, ji wê zêdetir jî koma taybet bi zarokên malbatên şehîdan heye.

Der heqê amadekariyên mîhrîcanê, Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî Elaya wiha got: "Me beriya demeke kurt dest bi amadekariyên mîhrîcanê kir û komîteya taybet bi mîhrîcanê ji bo şopandina wê ji tevahî amadekariyan wek dîkor, ragihandin û şanoyên ku di werin pêşkêş kirin, ava kir."

Beriya destpêkirina mîhrîcanê, perwerdekaran waneyên hunerî ji zarokan re zêde kirin, da ku kom bi rêxistinkirî bin û şanoyên cuda pêşkêş bikin.

Li gorî Elaya dê çalakyên mîhrîcana îsal bi pêşwazîkirina komên zarokan ên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin berfirehkirin, da ku xebatên hunerî werin belavkirin û zarokên ji tevahî pêkhate û çandên li herêmê beşdar bibin.

Tê payîn mîhrîcan di 30’yê vê Hezîranê de dest pê bike û heta 3 rojan berdewam bike.

Dê mîhrîcan di roja yekemîn de li Tebqa were lidarxistin, roja din li Curniyê û roja sêyemîn li Mensora were lidarxistin.

Mîhrîcana 1’ê ya Aştiya Zarokan di heman dîrokê de li navenda çandê ya Tebqayê hat lidarxistin.

(fr)

ANHA