Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Şervan Kobanê

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Mehmûd Îsa (Şervan Kobanê) re xwestin. Şehîd Şervan di şerê li herêma Metînayê de şehîd bûbû.

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Şervan Kobanê
2 hezîran, 2021   12:48
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û gundewarên wê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Firatê, nûnerên saziyên civaka sivîl û leşkerî berê xwe da gundê Solan ê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Şervan Kobanê re xwest ku di berxweda Metînayê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê li pêşiya malaşehîd Şervan hate vedan. Her wiha malbata şehîd û hevalên wî bi dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla û şehîdan pêşwaziya şêniyan kir.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê malbata şehîd Bekir Hac Îsa got: "Şehîd di dîrokê de xwedî cihekî bilind in, her wiha bi saya şehîdan me destkeftiyên mezin bi dest xistine."

Hac Îsa wiha dom kir: “Îro ji bo gelê Kurd azad bibe û axa xwe biparêzin em şehîdan didin, ji ber ku em xwedî hêz û xwedan proje ne. Bi saya şehîdên xwe me DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir û bi saya fedakariyên wan me rê li ber gelek welatên mezin vekir ku dan û standinê bikin û têkiliyên xwe bi me re geş bikin.”

Şehîd Mehmûd Îsa (Şervan Kobanê) di 18'ê Nîsanê de, di şerê li herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê de şehîd bûbû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_R5KXQO47SQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>