SOHR:Li Sûriyê derdora nîv milyon kes hatiye qetilkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha derdora nîv milyon kes di êriş, topbaran û operesyonên leşkerî, zîndan û yên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, hatine kuştin.

SOHR:Li Sûriyê derdora nîv milyon kes hatiye qetilkirin
1 hezîran, 2021   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê diyar kir ku hejmara kesên ku li ser axa Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê 15`ê Adara 2011`an û heta îro 30`yê Gulanê de hatine kuştin, gihaşt 494 hezar û 438 kesan, ji wan:

Hejmara şehîdên sûrî yên sivîl: 159 hezar û 774 in; ji wan 119 hezar û 591 mêr in, 25 hezar û 48 zarok û 15 hezar û 135 jin.

Hejmara ciwanên çekdar ên di nava komên çeteyan de: 79 hezar û 844

Leşkerên Hêzên Hikumeta Şamê: 91 hezar û 31

Her wiha SOHR`ê eşkere kir ku 66 hezar û 995 kes ji Dîfaa El-Wetenî û çekdarên alîgirên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Li aliyekî din, hezar û 707 endamên Hizbulah a Lubnanê, 8 hezar û 593 çekdarên biyanî yên alîgirên hikumeta Şamê; ji wan 264 leşker û çeteyên rûs hatin kuştin.

Li gorî SOHR`ê 215 leşkerên artêşa dewleta Tirk hatin kuştin.

27 hezar û 765 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û rêxistinên tundraw ên din û 40 hezar û 628 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Her wiha 436 kesên ne nas ku bi dîmen û wêne hatin belgekirin, hatine kuştin.

Di encama operesyonên leşkerî yên domdar, operesyonên topbaran û teqînan de zêdetirî 2,1 milyon welatiyên Sûriyê birîndar û gazî bûne. Li aliyekî din derdora 13 milyon welatiyên din koçber bûne.

(dm(