Şêx û rûspiyên Minbicê têkildarî bûyerên duh helwesta xwe nîşan dan

Şêx û rûspiyên eşîreyên Minbicê îro der barê bûyerên ku duh li bajarê Minbicê rû da daxuyaniyek da û têde got xêrnexwaz sûdê ji derfetan digrin da ku tevlîheviyê derxînin û aramiya li Minbic û gundewarê wê xira bikin.

Şêx û rûspiyên Minbicê têkildarî bûyerên duh helwesta xwe nîşan dan
1 hezîran, 2021   11:05
MINBIC

Şêx û rûspiyên eşîreyên Minbicê di daxuyaniya xwe de, peyamek ji şêniyên Minbicê re şandin. Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku wan xwestekên şêniyên Minbicê bi rêveberiya sivîl û hêzên wê yên leşkerî û ewlehî re nîqaş kir.

Daxuyanî wiha ye:

" Ji bo gelê me yê Minbicê

Em di pêvajoyeke hesas ji dîroka Sûriyê di bê aramiyê de ne . Em li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û li Minbic û gundewarê wê bi taybet nûnertiya astên bilind ji demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan dikin. Ev jî ne li gorî xêrnexwaze ye.

Roja Duşemê 31`ê Gulana 2021`an xwepêşandanên aştiyane derketin da ku demokratiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bike û banga hin xwestekên xwe bikin. Lê xêrnexwazan ev yek ji xwe re weke derfetê dîdtin da ku tevlîheviyê derxînn û aramiya li bajarê Minbicê û gundewarên bi hemû pêkhateyên wê, xira bike.

Tevî ku tê zanîn xwepêşandêran mafên xwe di qanûn û sîstemên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîn lê destên veşartî xwestekên xwe bi cih anîn. Ji ber wê jî şer derket û di encama wê de ciwanekî me jiyana xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn.

Em weke şêx û rûspiyên eşîreyên Minbicê sersaxiyê ji xwe û malbata kesê ku jiyana xwe ji dest daye dixwazin û em şîfaya acil ji birîndaran re dixwazin.

Bila şêniyên me li Minbicê û gundewarê wê zanibin ku me yekser civînek lidar xist. Rûspî, şêxên eşîreyan, meclisa sivîl, meclisa leşkerî û hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî civînê bûn. Di civînê de xwestekên xwepêşandêran hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin ku xwestekên wan li gorî berjewendiya hemû welatiyan pêk werin û rê li pêşiya xêrnexwazan bigrin da ku ajindeyên xwe di xirakirina aramî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêk neynin."

(bx)

ANHA