Jinên Efrînê avakirina mêtîngehan şermezar kir

Kongreya Star hewldanên avakirina mêtîngehan li Efrînê û herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, şermezar kir û got: Armanc qirkirina nasnameya herêmê ye."

Jinên Efrînê avakirina mêtîngehan şermezar kir
1 hezîran, 2021   12:08
 ŞEHBA

Bi dehan endamên Kongreya Star a kantona Efrînê û endamên saziyên sivîl li qada Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê û herêmên dagirkirî da.

Jinan alên Kongreya Star û pankartên "Na ji guhertina demografîk a li Efrînê, jin jiyan e jiyanê nekujin û Erdogan kujerê mirovahiyê ye" hildan.

Endamên kongreyê Arîn Elî û Emîne Mihemed daxuyanî xwend.

Kongreya Star di destpêka daxuyaniya xwe de got dewleta Tirk û çeteyên wê ji dema ku Efrînê dagir kir hovantirîn sûc li dijî mirovahî û xwezayê pêk anîn ji girtin, kuştin, revandinê bigire heta bigihêje destavêtinê û birîna darên zeytûnê û wêrankirina şûnwaran û perestgehan.

Kongreyê Star daxuyaniya xwe wiha domand: “Dewleta Tirk bi van sûcên xwe îsbat dike ku têkiliya wê bi DAIŞ`ê re heye ku seriyan jê dike, kiryarên derexlaqî û nemirovî li dijî zarokan, jinan û temenmezinan pêk tîne û hebûna gelan qebûl nake. Bi vê yekê siyaseta Osmaniyan a ji bo dagirkirina herêmê, tirkirina wê û guhertina demografiya wê dimeşîne. Nexasim li dijî pêkhateya êzidî. Her wiha lîreyê Tirk, zimanê tirkî ferz dike, navendên çandê yên Tirk ava dike da ku çanda dagirkeriya Osmaniyan li wan herêman belav bike.”

Her wiha Kongreya Star bal kişand ser hewldana qutkirina bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha daxuyaniya xwe berdewam kir: “Dewleta Tirk bi rêya avakirina mêtîngehan li herêmên dagirkirî ji Cerablusê bigire heta bigihêje Idlibê nexasim li Efrînê û bi piştgiriya rêxistinên welatên Kendava Erebî û hinek dewletên ewropî armanc dike nasnameya herêmê qir bike. Ev yek jî siyasetên wê yên kirêt û stratejiya wê ya çewisandinê îsbat dike.”

Kongreya Star di daxuyaniyê de sûcên domdar ên li dijî gel û jinan li Efrînê û herêmên dagirkirî bi giştî pêk tên şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku van sûcan rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan sloganên “Ji guhertina demografiya Efrînê re na”, “Bijî berxwedana jinên azad” û “Bijî şehîdên azadî û rûmetê” berz kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AGBcBa6OcBI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>