Şêniyên Tirbespiyê şehîd Ebdullah El-Receb oxir kirin

Şênyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê endamê Hêzên Erkaxweparastinê şehîd Ebdullah El-Receb, li goristana şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê ya rojavayê navçeyê, oxir kirin.

Şêniyên Tirbespiyê şehîd Ebdullah El-Receb oxir kirin
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Ebdullah El-Receb oxir kirin
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Ebdullah El-Receb oxir kirin
Şêniyên Tirbespiyê şehîd Ebdullah El-Receb oxir kirin
1 hezîran, 2021   11:39
QAMIŞLO

Şehîd Ebdullah El-Receb di 24'ê Gulanê borî de, dema li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê, Mihemed Zekî Îbrahîm bi xêrhatina beşdaran kir, her wiha destnîşan kir ku beşdarbûna we di merasîma oxirkirinê de girêdana gel bi şehîdên xwe ve, nîşan dide.

Mihemed Zekî diyar kir ku destkeftiyên ku îro bidest xistine bi saya fedakariya van şehîdên ku xwe berpirsê parastina welat dîtine û ramana rêber Abdullah Ocalan pejirandin.

Apê şehîd Nûrî El-Receb serbilindiya xwe bi tevlêbûna wan a Meclisa Malbatên Şehîdan, anî ziman. Her wiha diyar kir ku pêkhateya Ereb careke din soz dan şehîdan ku dê rêya wan bişopînin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

(dx)

ANHA