Hêzên hikumeta Şamê êrişî baregehên çeteyan li Idlibê kir

 Hêzên hikumeta Şamê li dijî baregehên çeteyên dewleta Tirk êriş pêk anî. Di encamê de şer navbera her du aliyan de derket.

Hêzên hikumeta Şamê êrişî baregehên çeteyan li Idlibê kir
1 hezîran, 2021   10:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriyê Mafên Mirovan a Sûriyê(SOHR), duh li eniya Riwêhê ya başûrê Idlibê, hêzên hikumeta Şamê û komê alîgirên wê êriş li dijî baregehên çeteyên ''Odeya opresyonên Fetih El-Mubîne " re pêk anî .

Ji aliyekî din ve jî, hêzên hikumetê û çeteyên wê eniyên El-Meşerî ya Sehil Xab a bakur rojavayî Hemayê bi moşkan hedef girt û herêmên Fitêra, Sefhon, Filêfil, Barê ya başûrê gundewarên Idlibê topbaran kir.

 (dm)