Gundewarên rojavayê Kobanê di nava tîbûn û agirê dewleta Tirk de ne

Piştî dewleta Tirk di siyaseta valakirina herêmê de ji niştecihên wê bi bin ket, hilberînên çandiniyê yên gundên rojavayê bajarê Kobanê îsal jî wekî salên berê, dişewitîne.

Gundewarên rojavayê Kobanê di nava tîbûn û agirê dewleta Tirk de ne
1 hezîran, 2021   10:12
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Di çarçoveya siyaseta valakirina herêmê ya ji niştecihên wê û guhartina demografiyê, dewleta Tirk a dagirker tevahî rêbazan li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Di nav de, şewitandina zeviyan.

Hilberînên herêma rojavayê Kobanê îsal zêdetirî çar caran hatin şewitandin.

Rûbera zeviyên ku heta kêliya amadekirina vê raporê hatine şewitandin derdora 30 hêktarî ye.

Agir ji bajarokê Şêxler(El-Şiyûx) dest pê kir û armanc jê ew bû ku hilberîn û xertûmên ava vexwarinê yên li hundirê ava Firatê da ku ava vexwarinê bide Kobanê, bişewitînin û avê li ser qut bikin.

Hevserokê Şaredariya Navçeya Qinayê û çavdêrê proseya agirkujiyê yê li gundên rojavayê Kobanê, Elî Mehmûd Miho ji ajansa ANHA`yê re axivî û got: "Erebeyên agirkujiyê dikin armanc da ku bi karê xwe ranebin."

Elî Mehmûd Miho wiha domand: "Ji aliyê sînorê dewleta Tirk û ji aliyê Cerablusê ve ku çeteyên dewleta Tirk lê dimînin, zevî tên şewitandin, da ku zirarekê bigihînin cotkaran."

Miho destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk hilberînên cotkarên herêmê bi topên şewatê dikin armanc û gelek caran piştî nîvroj ev yek pêk tê û wiha berdewam kir: "Lê li gundê Ziyara ji pişt dîwarê sînor rasterast ji aliyê artêşa Tirk ve hate şewitandin û bû sedem ku rûbereke mezin ji zeviyên ku cotkaran xwe ji bo çinîna wan amade kiribûn, bişewite."

Piraniya herêmên ku bûyera şewatê lê rû dane, nêzî ava Firatê ne.

Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve li ser bi dehan gundewarên rojavayê Kobanê û derketina stasyonên avê li ser çemê Firatê ji xizmetê, bandor li beşên çandinî, kehrebe û ava vexwarinê kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eXLNegG40-U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>