Li Dêrikê zarokekî bi kehrebeyê jiyana xwe ji dest da

Zarokê bi navê Mîtan Sêfo ê li bajarê Dêrikê dijiya, bi kehrebeyê jiyana xwe ji dest da.

Li Dêrikê zarokekî bi kehrebeyê jiyana xwe ji dest da
1 hezîran, 2021   08:51
QAMIŞLO

Mîtan Sêfo ku ji gundê Rîhanikê yê Dêrikê ye û li taxa  Bewaliyan a Dêrikê dima, di mala xwe de kehbre bû û di encamê de yekser jiyana xwe ji dest da.

Yek ji malbata Mîtan Sêfo, ragihand ku dema Mîtan hewl dida lîstoka xwe ya di bin makîneya hênikkirinê (mukeyif) de derxe, kehrebe bû û yekser jiyana xwe ji dest da.

ANHA