Şêx û rûspiyên Dêrazorê: Armanca dewleta Tirk şikandina rihê berxwedana gelan e

Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê  yên Medyayê şermezar kirin û got, armanca van êrişan şikandina rihê berxwedana gelan e.

Şêx û rûspiyên Dêrazorê: Armanca dewleta Tirk şikandina rihê berxwedana gelan e
1 hezîran, 2021   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve êrişî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dike, lê piştî hêzên gerîla derbên giran li artêşa dagirker dan, dewleta Tirk çekên qedexekkrî li dijî herêmê bi kar anî.

Têkildarî mijarê şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê ji ajansa ANHA`yê re axivîn û êrişên dewleta Tirk ên li dijî dewletên cîran şermezar kirin.

Rûspiyê eşîra El-Selman a li bajarê Hecînê Selah Îsmaîl El-Selman êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şermezar kirin û got: "Em destwerdanên dewleta Tirk li herêmên me bi tundî şermezar dikin, em dizanin ku dewleta Tirk li pey van êrişan siyaseteke stratejîk dide meşandin ku vîna gelan bişikîne û di di çarçoveya planên Osmanî yên nû de hewl dide tevahî herêmê dagir bike."

Selah Îsmaîl El-Selman bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û bikaranîna wê ya çekên qedexekirî şermezar kir û got, civaka navneteweyî bepirsê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelan e.

/kr/uploads/files/2021/05/31/202933_-.webp

Bi mijarê ve girêdayî rûspiyekî eşîra El-Şêx Hemed, Cemîl Ataallah El-Ezawî axivî û ev nirxandin kir: "Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê û têkoşerên li çiyayên Kurdistanê şermezar dikin, ji ber ku mafên vî gelî heye ku li ser xaka xwe bi aştî bijî û ji bo parastina hebûn, dîrok û welatê xwe li ber xwe bidin."

El-Ezawî bikaranîna çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û ev xal lê zêde kir: "Li dijî gelê ku banga azadiyê dike, parastina xak û rûmeta xwe dike, ev sûc û kiryar dermirovî û derexlaqî ne."

El-Ezawî di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku dev ji bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk berdin û destwerdanê bikin da ku van êrişan bi dawî bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qDVAgnDP0xU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>