ꞌDivê jin azadiya rêber Ocalan bikin armanca xwe ya serekeꞌ

Jinên Şehba û Dirbêsiyê diyar kir ku tecrîd û komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi bin ketin, ji ber ku gel fikirê wî ji xwe re bingeh girt û got, divê jin azadiya rêber Ocalan bikin armanca xwe ya sereke.

ꞌDivê jin azadiya rêber Ocalan bikin armanca xwe ya serekeꞌ
1 hezîran, 2021   06:02
NAVENDA NÛÇEYAN-LÎNDA ŞÊX-BOTAN HISÊN

Ji 1999`an ve tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraîliyê de berdewam dike, desthilata Tirk rê nade parêzer û malbatê wî ku pê re bicive. Armanca wê ji vê yekê têkiyên di navbera rêber Abdullah Ocalan û gel de qut bike.

Têkildarî mijarê endama Meclisa navçeya Fafîn a kantona Şehbayê Selwa El-Hemed axivî, di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Şehîdên mîna Zîlan û Viyan canê xwe feda kir û şehîdbûna wan bersiveke xurt bû û komplo têk bir."

Selwa El-Hemed diyar kir ku jin beriya ku fikirê rêber Ocalan nas bikin, hatibûn paşguhkirin, lê îro tevahî bend şikandin û di gelek qadan de hebûna xwe isbat kirin.

Selwa El-Hemed destnîşan kir komplo û hewldanên dewleta Tirk astengkirina fikirê rêber Abdullah Ocalan hatin têkbirin û got, mînaka wê jî şopandina gel fikirê wî ye.

Endama Meclisa Kantona Şehbayê Sîham Elo jî diyar kir ku rejîma desthilata navendî fitneyan di navbera gel û her du zayendan de çêdike û tecrîdê ferz dike, da ku civak, malbat û ferdan û heta bi xwezayê jî kontrol bikin.

Sîham Elo ev li gotina  xwe zêde kir: "Tecrîd li ser rêber Ocalan dimeşînin, ji ber ku fikirê wî ji pirsgirêk û aloziyên ji serdema dewleta Sumeran heta bi roja îro de derketine çareserî ye."

Sîham destnîşan kir ku tevahiya çareseriyên ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine bi berjewendiyên Tirkiye û dewletên kapîtalîst re bi nakok in, ji lew re tecrîdê girantir dike û ev xal lê zêde kir: "Her çiqas ku fikirê rêber Ocalan belav bibe tecrîda li ser tundtir dibe, ji ber ku banga azadî û aştiyê dike."

ꞌDIVÊ JIN AZADIYA RÊBERTÎ BIKIN ARMANCA XWE YA SEREKEꞌ

Hevseroka Şaredariya Gel a Navçeya Dirbêsiyê  Raziya Îbrahîm axivî û diyar kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan pîvan û qanûnên navneteweyî derbas dike û ev derbirî: "Kesayeta rêbertî têkoşer e, ji bo gelê Rojhilata Navîn û gelê Kurd fedekarî kir."

Raziya Îbrahîm di berdewama gotina xwe de bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya di hundir û derveyî girtîgehên Tirkiyê de û axivî: "Di demekê de ku rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî li hemberî sûcên Tirkiyê yên li dijî rêber Abdullah Ocalan bi rola xwe ranabin, gel û têkoşerên di girtîgehan de çalakiyên greva birçîbûnê ragihandin da ku zextê li civaka navneteweyî bikin, ji ber ku bi bêdengiya xwe hevkara dewleta Tirk di pêkanîna sûcan û binpêkirina qanûnan de ye."

Raziya Îbrahîm wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em jin sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan qebûl nakin, nexasim ku jinan para herî mezin ji fikirê wî wergirt û me dît ku ev yek di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinan tê naskirin, pêk hat."

Raziya Îbrahîm da zanîn ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan pîvanên paşverû yên civakê şikandin û bi rêya vî fikrî jinan rastiya xwe nas kir û karîn nêrîna xwe bi serbestî parve bikin.

Raziya Îbrahîm destnîşan kir ku her ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir bibe, asta têkoşîna bi armanca banga azadiya Ocalan bilindtir dibe, heta ev yek ne tenê ji gelê Kurd tê xwestin, lê belê ji gelê cîhanê tevahî tê xwestin.

Di dawiyê de Raziya Îbrahîm bang li tevahî jinan kir ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan biparêzin û azadiya wî ya fîzîkî bikin armanca xwe ya sereke.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BDJsSNMhdtY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>