`Guhertina demografî beşek ji komployekê ye ku ji beriya gelek salan ve hatiye xêz kirin`

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd got, siyaseta dewleta Tirk ên li Sûriye beşek ji komployekê ye ku ji 2013`an ve hatiye xêzkirin û got: "Armanca vê komployê ew e ku bajarên Sûriyê ji niştecihên wê yên resen werin valakirina û demografiya wê were guhertin."

`Guhertina demografî beşek ji komployekê ye ku ji beriya gelek salan ve hatiye xêz kirin`
31 gulan, 2021   23:39
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk û saziyên wê yên îstîxbaratê (MIT) bi alîkariya komên çeteyan ji gelek salan ve komployeke ji bo guhertina demografiya herêmên dagirkirî amade kiriye.

Ev dîmen ji projeya ''Kembera Erebî'' cûda nine ku hikumeta Şamê bi serkêşiya Partiya Baas di salên 60`î yên sedsala borî de li seranserî sînorên xwe yên bi Tirkiye re bi dirêjahiya 275 kîlomtreyan û kûrahiya 15 kîlometreyan ava kir. Partiya behsa mijarê ji vê yekê armanc kir ku malbatên Ereb ên ji herêmên cuda yên Sûriyê li herêmên kurdan bi cih bike. 

Mîna “Kembera Erebî”, dewleta Tirk hewl dide kembereke turkmenî li seranserî sînorên Sûriye bi Tirkiye re li herêmên dagirkirî ava bike, şêniyan bi kar tîne û rastiya nasnameyên wan diguhere ku Turkmen in, her wiha mêtîngehan li herêmên ku di vê dawiyê de dagir kirine bi taybet li Efrînê ava dike da ku malbatên çeteyan û malbatên ereb ên sûrî û filistînî tê de bi cih bike.

Der barê mijarê de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şax Efrîn-Şehbayê Mihemed Reşîd got: “Polîtîkayên dewleta Tirk di çarçoveya qirkirina demografiya herêmên dagirkirî de têne kirin."

Reşîd destnîşan kir ku sûceke dîrokî li dijî gelê Sûriyê tê kirin ku hişmendiya dewleta Tirk nîşan dide ku dixwaze Mîsaqa Millî pêk bîne.

Reşîd da xuyakirin ku ne dûr e ku herêm bi Lozaneke din re rû bi rû bimîne nexasim ku dewletên Kendava Erebî di serî de Qeter, Kiwêtê û hinek dewletên Ewropî di nav de Almanya piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin ji bo ku vê komploya xwe pêk bîne.

Reşîd domand û got: “Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka 2018`an de bajarê Efrîn dagir kir û piraniya niştecihên wê bi zorê jê dan koçberkirin, êdî niştecihên resen li warên xwe bûne kêmnetewe. Nexasim ku dewleta Tirk civaka êzidî, elewî û xiristiyan a li herêmê qir kir.”

Reşîd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst bi zanabûn xuyanga herêmê diguhêrin, mezarên pîroz ên êzidiyan û pêkhateyên din wêran dikin.

Her wiha Mihemed Reşîd diyar kir ku dewleta Tirk lez dide xebatên qutkirina beşên axa Sûriyê, ji bo ku tev li axa xwe bike, şêniyên resen ên li herêmê bi kar tîne, nasnameyên wan ên rast diguhere û nifusa wan weke ku Turkmen in qeyd dike. Reşîd îşaret pê kir ku ev yek ne tenê li dijî Kurdan pêk tîne, di heman demê de li dijî Erebên li herêmên dagirkirî di nav de Serêkaniyê û Girê Spî jî para xwe ji van siyasetan girtiye dimeşîne.

Têkildarî avakirina mêtîngehan li herêmên dagirkirî Reşîd piştrast kir ku dewleta Tirk bi desteka rêxistinên qaşo xêrxwazî û mirovî ne van mêtîngehan ava dike û ev siyaset ji 2013`an ve tê meşandin.

Reşîd bêdengiya rêxistinên navneteweyî û mirovî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û kiryarên rêxistinên kendavî û ewropî yên guhertina demografiya herêmên dagirkirî, şermezar kirin.

Di dawiyê de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehbayê bang li civaka navneteweyî kir ku yekser mudaxele bikin, hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwazin ku sûcên dîrokî û yên mirovî li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê pêk anîne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/utr_kKQvn1w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>