​​​​​​​Hêzên rejîma Îranê kolberekî din birîndar kir

Li devera sînorî ya bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên rejima Îranê gule li kolberan reşandin, kolberek bi giranî birîndar kir.

​​​​​​​Hêzên rejîma Îranê kolberekî din birîndar kir
31 gulan, 2021   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Kolbernews,  îro hêzên rejima Îranê li devera sînorî ya Berwişkanî ya ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê komek kolber gulebaran kirin.

Di encama gulebarana hêzên rejimê de kolberek bi navê Mihemed Sadiqî yê ji Seqizê bi giranî birîndar bû.

Mihemed rakirina nexweşxaneya Bane yê.