Parêzer Yusuf Çakas: Bi tecrîdê demokrasî nayê avakirin

Parêzer Yusuf Çakas destnîşan kir ku divê rewşa girtiyên nexweş di çarçoveya pîvanên mirovî de bê nirxandin û diyar kir ku divê hemû civak li hemberî binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan hestyar be.

Parêzer Yusuf Çakas: Bi tecrîdê demokrasî nayê avakirin
1 hezîran, 2021   02:43
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Li girtîgehên Tirkiyê tecrîda li ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibe û bi vîrusa koronanayê re li dijî girtiyan kiryarên dijmirovî yên wekî îşkence, mûameleya xirab û bêparkirina ji mafên tenduristiyê pêk hatin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku di sala 2020’an de hezar û 182 girtiyan ji ber sedemên wekî îşkence û mûameleya xirab, tenduristî, astengkirina wergirtina nûçe û agahiyan serî li saziya wan daye.

Saziyên mafên mirovan diyar dikin ku kapasîteya giştî ya girtîgehan 244 hezar û 896 e û li gorî hejmarên fermî nêzî 40 girtîgehên nû hatine çêkirin û kapasîte 188 hezar û 437 kes zêde bûye.

Endamê Desteya Rêveber a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) Prof. Dr. Umît Bîçer û endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Parêzer Yusuf Çakas binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê û tecrîda li Îmraliyê dewam dike, ji ajansa me re nirxandin û bal kişand ser zêdebûna tecrîd û binpêkirina mafan ên li girtîgehan.

Prof. Dr. Umît Biçer destnîşan kir ku desthilata Tirk hewl dide civakê bi mijarên ewlehî û terorê konsolîde bike û got: "Di girtîgehan de çi dibe bila bibe, ji ber ku bi awayekî şefaf agahî nedihatin parvekirin, di navbera hundir û derve de ragihandin bi temamî ji holê rabûye."

‘BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE DIBE’

Bîçer diyar kir ku bi sala 2019’an re hejmara girtiyan pir zêde bûye û got: "Di vê pêvajoyê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûn. Me dizanî ku ji tesîsên girîng bêpar in, ji ber sedemên cuda ceza li wan tên birîn û cezayên dîsîplînê û tecrîdê li girtîgehan zêde dibin. Bi pandemiyê re şert û mercên li girtîgehan girantir bûn. Berê bi rêya malbat û parêzeran di hin rewşan de bi girtiyan re dan û standin çêdibû, lê bi pandemiyê re ev pêvajo dijwartir bû. Tecrîdê li ser girtiyan didomînin."

Bîçer wiha dewam kir: “Dayikên nexweş ên giran û kronîk bi zarokên mezin re di dema emeliyatê de ketin girtîgehê. Di vê pêvajoyê de tedbîrên tenduristiyê kêm in. Lê mixabin Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê der barê girtîgehan de agahiyan parve nake. Em hejmara girtî û personelên li girtîgehan, hejmara testan û hejmara pêketiyan nizanin. Di van şert û mercan de pirsgirêkên giran ên girtiyan jî hene ku xwe gihandina nexweşxane û saziyên tenduristiyê. Hem rîska nexweşiyê ya li saziyên tenduristiyê, hem jî binpêkirina mafên mirovan û kiryarên xirab ku di dema veguhastina wan a nexweşxaneyê de li mirovan kirin, bûn sedem ku mirov ji mafê tenduristiyê dûr bikevin û mafê wan ê tenduristiyê binpê bibe.”

'HIKUMET AGAHIYÊN ZELAL NADE RAYA GIŞTÎ'

Bîçer destnîşan kir ku ev demeke dirêj e ku hikumeta Tirk agahiyên zelal bi raya giştî re parve nekirine û wiha got: "Li gorî agahiyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan niha em di destpêka sala 2021'an de hejmara jin û zarokan hîn bûne. Lê belê em hejmara qeydên girtiyên nexweşên giran ên li Daîreya Edaletê nizanin. Derzî li wan hatiye xistin an na, agahî nîn e. Em nizanin bê ka hemû kesên ji 60 saliyê mezinti hatine derzîkirin an na. Wezareta Dadê heta niha ew agahî parve nekirine. Ji ber vê yekê, Wezareta Dadê der barê pandemiyê de ji destpêkê ve agahdariya bi raya giştî re parve nake.”

Bîçer got tecrîda li girtîgehên Tirkiyê sûcekî dijmirovî ye û bal kişand ser ku tecrîd di çarçoveya îşkenceyê de pêk tê û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê, hem li Îmraliyê hem jî li girtîgehên din girtiyên li dijî biryarên NY û DMME’yê jî, tecrîdekê ferz dikin lê ev nayê qebûlkirin."

'MAFÊ WERGIRTINA NÛÇEYAN LI GIRTÎGEHAN JI ALIYÊ ÎDAREYÊ VE TÊ ASTENGKIRIN'

Umtî Bîçer got li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin û wiha pê de çû: “Divê li dijî pêkutiyên îşkence û kiryarên xirab ên li dijî mirovahiyê bertek hebe. Astengkirina kesekî ku ji xizmên xwe agahî nestîne, bi xizmên xwe re neaxive, astengkirina wergirtina nûçeyên ji derve, tê wateya bêmirovhiştinê."

Bîçer diyar kir ku çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan rîskeke giran di xwe de dihewîe û wiha got: "Israra hikumetê ya di tecrîda li Îmraliyê de bû sedema nerazîbûnên girtiyan ên li hemberî van pêkûtiyan û kiryarên wan ên li dijî vê. Ev civak baş dizane ku şert û mercên ku bi salan e grevên birçîbûnê dest pê kirine û li girtîgehên Tirkiyê belav bûne. Girtî weke çareya dawîn li ber birçîbûnê ne. Eger em naxwazin grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û mirinên nû rû bidin, divê em ewle bikin ku mirovên di serî de li girtîgehan bi helwesteke ku hurmetê li rûmeta xwe ya ji mafên mirovan re bigirin, wê pêvajoyê derbas bikin. Ev yek berpirsyariya herî bingehîn a dewletê ye."

'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE'

Endamê Komîsyona Girtiyan a OHD'ê Parêzer Yusuf Çakas da xuyakirin ku tecrîda giran a li Îmraliyê li gelek girtîgehên Tirkiyê tê kirin û got: "Tecrîda li girava Îmraliyê bi taybetî li ser birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, di rastiyê de li hemû girtîgehan belav bûye. Telefona dawî ya birêz Abdullah Ocalan ji bo me gelekî girîng bû. Demeke dirêj fikra tecrîdê ev bû; bi tu awayî tecrîd nîn e, birêz Abdullah Ocalan naxwaze bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Me di hevdîtinê de jî dît ku birêz Abdullah Ocalan di hevpeyvîneke telefonê de xwest ku malbat û parêzerên wî biçin giravê."

Her wiha li ser bertekên li girtîgehên din ên li dijî tecridê jî Çakas wiha axivî: "Bi taybetî, bi temamî bikaranîna fikrên vekirî bi hinceta pandemiyê, sînordarkirina parêzeran û ji holê rakirina qadên hevpar û hawirdorên sohbetê, bi rastî jî girtîgehên din veguherandine tecrîdeke giran. Çawa ku li derve sînordariyek li ser mafên civakî heye û bertekên li dijî wê zêde dibin, li hundir jî tecrîdeke girantir heye. Li gorî çavdêriyên me, ev tecrîd dewam dike."

Yusuf Çakas der barê nêzîkatiya rêveberiya girtîgehan a li girtiyan de got: "Rêveberî dixwaze  rojnameya û televîzyonên ku girtî bişopînin, bi xwe diyar bike. Li gelek girtîgehên ku me hevdîtin lê kirin, gardiyan dibêjin ku bi vî awayî ji wan re hatiye gotin ku nêzî me rûne. Hewl didin guh bidin hevpeyvînên me. Meraq dikin ku em behsa çi dikin, hewl didin bikevin hundir. Li hin girtîgehan hewldanên ji bo xwendina notên ku me bi dest xistin, hene. Dibêjin ev fermana dozger e û dîrektîfeke wezîr e. Ya ku divê em nîqaş bikin, ev e. Îdiayeke herî biçûk a girtiyan bi cezayê dîsîplînê re rû bi rû dibe."

Çakas diyar kir ku li Tirkiyê di salên cuda de gelek tecrubeyên greva birçîbûnê çêbûne û wiha dewam kir: "Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a di 27'ê Mijdara 2020'an de dest pê kir, vê yekê nîşanî me dide. Heta ku tecrîd û binpêkirinên mafan ên li ser mafan neyê rakirin, girtî wê grevên xwe yên birçîbûnê bidomînin. Divê li daxwaza çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bê temaşekirin. Daxwaz qanûnî ne yan na? Em ji birêz Abdullah Ocalan serbixwe bifikirin. Ji mehkûmekî daxwaza hevdîtina malbatê, hevdîtina parêzeran heye. Divê em bi tu awayî polîtîze nekin. Li welatên demokratîk nayê qebûlkirin ku mehkûmek ji bo îdiaya xwe ya mafdar dest bi greva birçîbûnê bike. Li vir, divê rêveberî, wezaret û saziyên din bizanin ku divê pratîkek di forma hevpeyvîna parêzer de were kirin. Girtiyan li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Li gelek girtîgehan girtiyên ku ketine grevê dibin hucreyan û li hucreyan greva xwe didomînin. Li hemû girtîgehan lêpirsînên dîsîplînê dest pê kiriye."

Çakas diyar kir ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de pir şênber in û got: "Yên ku li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin, bi tecrîdeke nû re rû bi rû ne. Yekane rêya pêşîgirtina li vê yekê jî pêkanîna qanûn û hiqûqê ye. Ne hewce ye ku pir dûr binihêrin, ne hewce ye ku ji nû ve keşif bikin. Mehkûmek dê parêzerê xwe bibîne. Birêz Abdullah Ocalan di telefona xwe ya dawî de got ez dixwazim bi parêzerên xwe re biaxivim. Ev esas e û bê nîqaş e. Mehkûm nikare telefonê bi kar bîne, nikare bi dê û bavê xwe re biaxive. Parêzer nikare şîrove bike. Ya esasî ev e. Em dibînin ku çalakger di daxwazên xwe de teqez bi israr in."

Çakas diyar kir ku divê rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan bi baldariyeke mezin were şopandin û got:  "Divê ji aliyê siyasî ve nêzîkatî li rewşa girtiyên nexweş neyê kirin. Heke nexweş rapora ku girtî nikare di girtîgehê de bimîne bistîne jî, bi rêya polîsan, bi rêya serdozgeriyê lêpirsîn tê kirin ku bibînin bê ewlehiya giştî pêk tê yan na. Ev yek binpêkirina mafan nîşan dide. Xetereya girtîyekî 80 - 90 salî çi ye? Em vê yekê jî mereq dikin. Îro li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê 8 girtiyên jin bi vîrûsa koronayê ketine. Dema ku em li ser sekinandina girtiyên nexweş bi lezgînî nîqaş dikin, li girtîgehan nexweşiyên nû derdikevin holê. Divê em hem bi aliyê mafên tenduristiyê, hem jî bi mezinahiya nexweşiyê nêzî vê bibin."

Çakas diyar kir ku divê civak li dijî nûçeyên ji girtîgehan hestiyar be û got: "Muxafazakarên îro terorîst tên îlankirin û dixin girtîgehan. Îro li mizgeftan mirov tên destgîrkirin. Kes nizane kî tê girtin û kî diçe girtîgehê. Her kes ji nişka ve dikare bikeve girtîgehê. Ji ber vê jî girtîgeh heremeke taybet in, divê di nêzîkatiya xwe ya li girtîgehan de taybet bin. Divê mirov bi berfirehiya hiqûqa navneteweyî nêzî binpêkirina mafan bibe. Lazim e hemû civak li dijî binpêkirinên mafan biaxive.

Di dema hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re, li vî welatî ji her alî ve atmosfereke bedew hebû. Divê em wê ji bîr nekin. Bi rastî jî bi tecrîdê demokrasî nikare were avakirin. Em difikirin ku rêya avakirina demokrasiyê di aştiyeke birûmet re derbas dibe. Divê dawî li van binpêkirinên mafan bê anîn û di zûtirîn demê de înfazên girtiyên nexweş bên rawestandin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wWrt0IDI7VY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>