​​​​​​​Hevdîtina Berî û El-Herîrî "Erênî" hate nirxandin

Hevdîtina serokê Lubnanê yê ji bo avakirina hikumeta demkî erkedar e Seed El-Herîrî û serokê parlamantoyê Nebîh Berî ya li Eyn El-Tîne bi dawî bû û El- Herîrî bêyî ku tu daxuyaniyan bide ji Eyn El-Tîne derket.

​​​​​​​Hevdîtina Berî û El-Herîrî "Erênî" hate nirxandin
31 gulan, 2021   18:01
BEYRÛT

Hevdîtin saetek û 40 deqeyan dewam kir. Çavkaniyan ji cihê hevdîtinê ev hevdîtin bi"Erênî" wesif kir û diyar kir ku her du serokan rêbazê avakirina hikumetê û qonaxên ku derbas kirine nîqaş kirin.

Çavkaniyan da zanîn ku heger civîn bi erênî bi dawî bibe ev tê wateya ku El- Herîrî komeke ji 24 wezîran ava kiriye û ev lê zêde kir:"Pêşnûmeya Ewn ku navekî din li hikumetê bibe redkirî ye, ji ber ku ev yek tê wateya ku zêdetirî 8 wezîr çêbibe."

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku Fransa îşaretê pê kir ku endamên hikumeta pêşerojê nabe ku di hilbijartinên bê de bibin bernamze heke ew "Hikûmeta hilbijartinê be" ku li gorî wan, ji ber ku ev tê wateyê ku divê El-Herîrî dest ji kar berde.

El-Herîrî reşnivîsa hikumetê pêşkêşî Berî nekir, lê pê re awayên çareserkirina pirsgirêka hikumetê re nîşqaş kir.

(eh)