Sedat Peker eşkerekirina têkiliyên hikumeta Erdogan bi komên "terorîst" re didomîne

Serokê mafyaya Tirkiyê Sedat Peker eşkerekirina tiştên veşartî yên hikumeta Tirkiye didomîne. Di vê derbarê de Peker got têkilî di navbera istixbarata Tirkiye û çeteyên li Sûriyê bi taybet Cebhet El-Nusrayê de hene.

Sedat Peker eşkerekirina têkiliyên hikumeta Erdogan bi komên "terorîst" re didomîne
31 gulan, 2021   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê mafyaya Tirkiyê Sedat Peker bi rêzevîdyoyên li ser youtubê eşkerkirina têkiliyên veşartî yên dewleta Tirk didomîne.

Vê carê piştrast dike ku hevkariyek di navbera istixbarata Tirkiye û mafya de heye da ku çekan bigihîne çeteyên li Sûriyê bi taybet Cebhet El-Nusra ku di nava lîsteya terorê ya cîhanê de ye.

/ar/uploads/files/2021/05/31/070359_screenshot_20210530_221424.webp

Peker dibêje tu rola wî di piştgiriya çeteyên li Sûriyê de tune ye û wiha didomîne: “Isxtixbarata Tirkiye bi rêya şirketa ewlehiyê ya Tirk bi navê "Sedat" ku girêdayî istixbaratê ye, miqdarên mezin ên çek ji çeteyên Cehbet El-Nusrayê re şandin.”

Li aliyekî din muxalefeta Tirkiyê derbarê tawanên li dijî şirketa Sedata de ku çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê perwerde dikin, daxwaznameyek pêşkêş kir ku parlamenterekî hikumetê di lêpirsînê re derbas bikin.

(şx)