Şîrketa Firat dest bi îsfeltkirina kolanên Kobanê kir

Şirketa Firat hezar û 500 metre kolanên kobanê îsfelt kirin. Her wiha amadekariyan dike ku 17 km di hundirê bajêr de îsfelt bike.

Şîrketa Firat dest bi îsfeltkirina kolanên Kobanê kir
31 gulan, 2021   08:42
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

Şîrketa Firat a îsfeltê ji 23`yê Gulanê ve dest bi amadekariyan kiriye da ku kolanên bajarê Kobanê îsfelt bike.

Komîteya Şaredariyan a kantonê 17 km di hundirê bajêr de diyar kiriye da ku îsfelt bike.

Rojane 500 ton îsfelt digihêje hundirê bajêr. Şîrketê ji Çerxerêya Saetê dest bi xebata xwe kir û 24 kolan îsfelt kirin. Niha jî kolana Sînaa îsfelt dike û paşê dê dest bi kolana Botan a rojava bike.

/kr/uploads/files/2021/05/31/084441_-.webp

Endazyar Ferîd Ebdî têkildarî mijarê wiha got: "Em bi hemû derfetên xwe di hundirê bajêr de dixebitin. Paşê em ê berê xwe bidin rêyên din li kantonê. Me heta niha hezar û 500 metre îsfelt kiriye.”

Ferîd Ebdî wiha domand: "Ji bo sererastkirinê, şîrketê niha dest bi rêya Heleb û heta çerxerêya dagerandina Sirînê sererast dike. Xebatên me yên sererastkirinê dê heta meha Mijdarê dewam bikin."

Şîrketa Firat hin guhertin di mecbela xwe de çêkir û madeyên xwe bi pêş xistin. Di salên berê de sotemenî di mecbelê de dihat bikaranîn û ji ber wê jî şewat di hundirê wê de çêdibû û xebata şîrketê asteng dikir.

/kr/uploads/files/2021/05/31/084417_-.webp.

Her wiha Ehmed Îbrahîm anî ziman: "Li gorî salên berê îsfelta îsal gelekî baş e. Ji ber kesên ku çêkirina wê dişopînin ji zanîngehan hatine. Zehmetiyên ku me di çêkirina îsfeltê de dikişandin me derbas kirin. Em ê bi hemû derfetên xwe bixebitin da ku xebatên îsfeltkirin û sererastkirinê beriya demsala zivistanê bi dawî bikin."

(bx)

ANHA