Ava vexwarinê li ser dehan gundên Girê Spî hat qutkirin

Ev bû 4 meh dewleta Tirk ava çemê Firatê li ser axa Sûriyê qut kiriye. Ji ber vê yekê şêniyên gundên Girê Spî ji ava vexwarinê bê par man.

Ava vexwarinê li ser dehan gundên Girê Spî hat qutkirin
Ava vexwarinê li ser dehan gundên Girê Spî hat qutkirin
Ava vexwarinê li ser dehan gundên Girê Spî hat qutkirin
Ava vexwarinê li ser dehan gundên Girê Spî hat qutkirin
Ava vexwarinê li ser dehan gundên Girê Spî hat qutkirin
Ava vexwarinê li ser dehan gundên Girê Spî hat qutkirin
31 gulan, 2021   07:03
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê siyasetên xwe didomîne, li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê guhertina demografiyê pêk tîne, her wiha êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Qutkirina ava çemê Firatê zêdetirî 3 mehan li ser Sûriyê qut kiriye. Ev yek bû sedema encamên xirab li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet di warê hin pompên avdanê û ava vexwarinê de naxebite.

Pompa Til Semin bi qismî sekinî ye, ev yek bû sedema kêmbûna çandiniyê li gundewarên Girê Spî (bajarokê El-Hîşe û gundên wê). Her wih pompa ava vexwarinê ya li bajaroka El-Hîşe ku avê digihîne bi dehan gundan, ji qutkirina ava Firatê bandor bû.

Pompa El-Hîşa ava xwe ji pompa Til Semin digire ku niha her 48 setan tenê 4 saet dikeve xizmetê. Di encamê de ava vexwarinê li bajarokê El-Hîşa û gundewarên wê kêm bû.

Li gorî daxuyaniyên berê yên aliyên peywendîdar, pompe 4 saetan dixebite ji bo depokirina ava vexwarinê di kanalê de. Lê ev dem ji bo hewcedariyên şêniyan bi taybet bi hatina havînê re têr nake.

Gundên ku pompa El-Hîşa ava vexwarinê jê re peyda dikir ev in: El-Hêşa, El-Xazlî Xerbî, El-Xazlî Şerqî, Xazlî Kiêşîş, El-Huriya, Hîşa El-Şibil û Şêx Hesen.

(dx)

ANHA