Gundê Batirzanê bi bedewbûna xwezaya xwe meqseda şêniyan e

Gundê Batirzan ji gundên kevn ên navçeya Çilaxa ye û bi xweşikbûna xwezaya xwe bûye cihê seyranê.

Gundê Batirzanê bi bedewbûna xwezaya xwe meqseda şêniyan e
Gundê Batirzanê bi bedewbûna xwezaya xwe meqseda şêniyan e
Gundê Batirzanê bi bedewbûna xwezaya xwe meqseda şêniyan e
Gundê Batirzanê bi bedewbûna xwezaya xwe meqseda şêniyan e
Gundê Batirzanê bi bedewbûna xwezaya xwe meqseda şêniyan e
Gundê Batirzanê bi bedewbûna xwezaya xwe meqseda şêniyan e
Gundê Batirzanê bi bedewbûna xwezaya xwe meqseda şêniyan e
31 gulan, 2021   04:37
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Gundê Batirzan 15 kîlometreyan dikeve bakurê navçeya Çilaxa û nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Li gund 70 mal hene ku niştecihên wê Kurd ên ji malbata Seyid Resûl, eşîrên Domanî, Elewî, Quling, Şêxanî û Elîka ne.

Li derdora gund şûnwarên gorên pir kevn hene. Li gorî şêniyan dîroka gund vedigere serdema Romanî. Lê gundê nû ji hêla eşîra Cobera ve hatiye avakirin, beriya ku şêniyên ji neviyên Seyid Resûl gund bikirin û tê de bi cih bibin.

Wateya navê gundê tam nayê zanîn, lê li gorî şêniyan navê "Patirzan" ji kanî û hewaya xweş a gundê tê.

Cudahiya gundê Batizan ji gundên din ew e ku gelek kanî û gelek dar lê hene û xwezaya wê bedew e. Lê ya herî balkêş jî kaniyek di mizgefta gund de heye ku beriya derdora 30 salan hatiye avakirin. Av ji kaniya li hundirê mizgeftê diherike û dikeve hawizekî û tê de gelek masiyên biçûk hene û derdora wê dar hene.

Kaniya gund a li mizgeftê û hawiza ku tê de masî hene, bûye meqseda şêniyan.

Tu çavkaniyên têr û tijî tune ne ku dîroka gund a kevn şîrove bikin, li gorî şêniyan li gund gelek parçe û bermahiyên şûnwarî, kevrên bi neqşên kîr û kevan hene. Şênî dibêjin ku ev bermahî û parçeyên dîrokî vedigere serdema Romanî. Lê piranî kevrên şûnwarî winda bûn û tenê gorên kevn mane.

Şêniyên gund debara xwe bi çandinî, xwedîkirina pez û teyran e dikin, her wiha beşek ji şêniyan jî di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin.

Ji şêniyê gund, Mehmûd Hacî Remedan Seyid Resûl got cudahiya gund xweşikbûna xwezaya wê, kanî û darên wê ye. Resûd da zanîn ku şêniyên gund bi xwe mizgeft li ser kaniyê ava kir, da ku xweşikbûnekê bide gund û bibe meqsed.

Resûl diyar kir ku hebûna bermahiyên li gund, nîşaneya ku ji serdemên kevn de şênî li gund hebûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/86h6VE7x23U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>