Cotkarên Minbicê: Ji ber ziwabûn û qutkirina ava Firatê çandiniyê bi paş ketiye

Cotkarên Minbicê anî ziman ku çandina sebzeyên havînê rêgeza xwetêrkirinê pêk tîne. Ruxmî hewldanên cotkaran da ku hilberînê bi pêş bixin lê ji ber ku îsal baran kêm bariye û qutkrina ava çemê Firatê bi destê dewleta Tirk, çandinî li herêmê bi paş de çûye.

Cotkarên Minbicê: Ji ber ziwabûn û qutkirina ava Firatê çandiniyê bi paş ketiye
Cotkarên Minbicê: Ji ber ziwabûn û qutkirina ava Firatê çandiniyê bi paş ketiye
Cotkarên Minbicê: Ji ber ziwabûn û qutkirina ava Firatê çandiniyê bi paş ketiye
Cotkarên Minbicê: Ji ber ziwabûn û qutkirina ava Firatê çandiniyê bi paş ketiye
Cotkarên Minbicê: Ji ber ziwabûn û qutkirina ava Firatê çandiniyê bi paş ketiye
Cotkarên Minbicê: Ji ber ziwabûn û qutkirina ava Firatê çandiniyê bi paş ketiye
Cotkarên Minbicê: Ji ber ziwabûn û qutkirina ava Firatê çandiniyê bi paş ketiye
30 gulan, 2021   00:47
MINBIC - SELWA EBDUREHMAN

Ji ber ku baran îsal kêm barî û qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, cotkarên Minbicê û herêmê bi giştî di gelek aloziyan re derbas dibin û lêçûnên çandiniyê yên zêde barên cotkaran giran kirin, bi taybet cotkarên ku zeviyan bi rêya bîran av didin.

Li rex wan astengiyan jî, pêdiviyên çandiniyê gelek biha ne. Ji bo wê Saziya Çandiniyê li gorî derfetên xwe desteka cotkaran dike.

Cotkarê bi navê Mirî Ehmed ê ji gundê Ewsecliyê Biçûk diyar kir ku rûbera zeviyên wî 4 hektar e û sebzeyên havînê lê çandine.  Ehmed destnîşan dike ku erda wî kevirî ye û divê were avdan, lê ji ber ku mazot kêm e, neçar dimîne sebzeyan hindik av bide ruxmî ku pêwîstiya sebzeyan bi avdana rojane heye.

Ehmed wiha domand: “Lêçûna çandiniyê ji berê pirtir e. Ji ber ku madeyên bingehîn mîna tov, semad, derman biha ne ku ji ber belavbûna nexweşiyan di nava zeviyan de pêwîstiya cotkaran ji berê pirtir pê heye. Li rex wê jî destheqa karkeran û lêçûna veguhastinê jî biha ne.”

Ehmed bi bîr xist ku Saziya Çandiniyê mehane 450 lître mazot pêşkêş dike, lê di heman demê de diyar kir ku ev miqdar têrê nake û banga zêdekirina wê kir da ku têra çandiniyê û avdanê bike û hilberîn bi pêş bikeve û rêgeza xwetêrkirinê li herêmê pêk were.

Ehmed da xuyakirin ku ji ber ku kêmasiyên di pêdiviyên çandiniyê de heye bi taybet sotemenî azarên wan zêde dibin.

Cotkarê bi navê Hesen El-Hesen jî dermanfiroşên çandiniyê rexne kir ku piraniya dermanên ku difiroşin cotkaran telef bûne û çavdêrî li ser wan tune ye.

El-Hesen teqez kir ku ji ber wê her çiqas derman bireşînin lê tu sûdê nagirin, ji wê zêdetir nirxa dermanên kurmikan bi nirxa dolarê ve girêdayî ye ji ber wê reşandina dermanên nekêrhatî barên wan zêdetir dike. 

Têkildarî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve El-Hesen got piraniya cotkarên herêmê zeviyên xwe bi rêya bîran av didin û îsal ji ber qutkirina ava çemê Firatê, ava bîran jî nizm bûye, ji ber wê cotkar neçar dimînin boriyên kişandina avê ji bîran dirêjtir bikin.

El-Hesen di dawiyê de bang li Saziya Çandiniyê kir ku miqdara pêdiviyên çandiniyê zêde bike ku ji cotkaran re pêşkêş dike, ji ber ku miqdara heyî têra lêçûna wan a zêde nake ku ji ber rewşên aborî ku herêm tê re derbas dibe, zêde bûye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0Z27U_4Xd7c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>