​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.

​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê jî werigirtina genim dest pê kir
29 gulan, 2021   17:19
TEBQA

Divêyabû 20`ê Gulanê genim li Tebqayê bihatana wergirtin, lê ji ber xebatên çakkirina depoyan dema wergirtinê hate taloqkirin.

Genim li depoya Ebû Asî tenê tê depokirin, ji ber ku depoyên din mîna Hinêde, El-Cerniyê û El-Mensûra ji ber wêranbûnê ji xizmetê derketin.

Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê Ebdulbasit El-Şêxan axivî û got:"Bi hevkariya Gerînendeya Çandiniyê û Yekitiya Cotkaran em genim ji cotkaran werdigirin. Pêşbîniyên me yên ji bo hilberîna îsal li gorî lîsteya ku ji aliyê gerînendeya çandiniyê ve hatiye şandin, digihêje derdora 35 hezar ton, anku nîvê hilberîna par e."

Ebdulbasit El-Şêxan ev xal li gotina xwe zêde kir:"Ji ber ku depo li bajarê Reqayê kêm in û piraniya depoyên din ên Tebqayê ne di xizmetê de nedê genim wê veguhezin depoya Ebû Asî.

El-Şêxan diyar kir ku îsal pirraniya cûreyê genim ji pileya çaran e ku kalîteya wê jî lawaz e, sedema vê jî li zuhabûn û kêmbûna baranê ye.

El-Şêxan destnîşan kir ku buhayê  genim ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye baş bû, cotkaran ev yek pêşwazî kir û û zêdetir bifiroşin.

Hêjaya bi bîr xistinê ye, buhayên ku Rêveberiya Xweser ji bo yek ton genim diyar kiriye ku 370 dolar e, li gorî Meclisa Genim a Cîhanê buhayê herî bilind li cîhanê ye.

(eh)

ANHA