​​​​​​​Li Helebê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin

Bi diruşma "Bi rihê berxwedanêa Garê em bi ser ketin..Di berxwedana Avaşîn, Zap û Matînayê de em ê bi serkevin", Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

​​​​​​​Li Helebê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
​​​​​​​Li Helebê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
​​​​​​​Li Helebê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
​​​​​​​Li Helebê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
​​​​​​​Li Helebê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
​​​​​​​Li Helebê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
​​​​​​​Li Helebê bi meşekê berxwedana gerîla hate silavkirin
29 gulan, 2021   18:31
HELEB

Meşa ku bi sedan ciwan di nav de, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev lê bûbûn, ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir.

Di meşê de alaên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star, wêneyên şehîdan û yên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.

Meş li kolanên taxê geriya û li qada Zeytûn a taxa Eşrefiyê rawestiya. Li wir deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Leyla Mihemed axivî, berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker silav kir û got, berxwedana HPG'ê ya li Avaşîn, Zap û Metînayê jî cîhanê re îsbat kir ku ev berxwedan naşkê û dê bi ser bikeve.

Leyla Mihemed axafina xwe wiha bi dawî kir: "Em ciwanên şoreşger pêngava xwe ya piştevaniya Bazên Zagrosê berdewam dikin, em amad de ne beşdarî seferberiya giştî bibim û li hemberî faşîzmeya Tirk bisekinin."

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FJEgmr-gdKw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>