HRE'yê nasnameyên 2 şehîdan ragihandin

HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Merenaz ê navçeya Şerayê de 2 şervanên wê şehîd bûne.

HRE'yê nasnameyên 2 şehîdan ragihandin
28 gulan, 2021   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya li ser mijarê wiha ye:

"Roja 26'ê Gulanê li gundê Merenaz ê navçeya Şera, di encama êrişên dijmin de 2 hevrêyên me gihîştin asta şehadetê.
Hevrêyên me Şervan û Mazlûm,  ji roja ku tev li refên me bûn heta kêliya dawiyê, li hemberî dagirkeran bi rihekî fedaî têkoşîn kirin û bi fedakariyeke mezin erk û berpirsyariyên xwe bi cîh anîn. Tu car dagirkeriyê û zext û zordariyên ku li ser gelê me tê meşandin qebûl nekirin û li hemberê vê yekê di çepera pêş de têkoşîn dan meşandin. Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê destnîşan dikin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin. Em di şexsê hevrê Şervan û hevrê Mazlûm de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
 
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN
/kr/uploads/files/2021/05/28/124326_sehd-mazlum-nrebiy.webp
Nasnav: Mazlûm Nêrebiyê
Nav û Paşnav: Xalid Elwawa
Navê Dayikê: Ayde
Navê Bav: Yasir
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê -Şera, 26 Gulan 2021

/kr/uploads/files/2021/05/28/124401_sehd-servan-dgor.webp

Nasnav: Şervan Dîgor

Nav û Paşnav: Yusif Bekîr
Navê Dayikê: Lîna
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Merenazê - Şera, 26 Gulan 2021