Konseya Ewlehiyê dê çavdêriya hilbijartinên Iraqê bike

Konseya Ewlehiyê bi erêkirina giştî ya endaman, daxwaza Iraqê ya avakirina tîmekê girêdayî NY`yê ji bo çavdêriya hilbijartinan parlamentoya Iraqê, erê kir.

Konseya Ewlehiyê dê çavdêriya hilbijartinên Iraqê bike
28 gulan, 2021   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya daxwaza Iraqê erê kir ku şandeya siyasî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê û nûnera taybet a NY`yê Jenin Hennes Blashardt bişîne Iraqê da ku çavdêriya hilbijartinên parlamentoyê yên bê bike.

Jenin Hennes Blashardt beriya vê konseyê agahdar kiribû ku gelê Iraqê bi rêya xwepêşandanan banga lidarxistina van hilbijartinan kir û niha jî dem guncaw e ku daxwaza wan were cih.

Jenin bang li gelê Iraqê kir ku hilbijartinên durist li dar bixin û cîhan dê bi meraq hilbijartinan bişopîne ku rast û azad in û bêyî zextên siyasî li dar dikevin an na.

Di xwepêşendanên sala borî de zêdetirî 500 kes hatin kuştin ku banga guhertina siyasî, rêgirtina li pêşiya gendeliyê û nebaşiya xebatan dikir. Hêzên ewlehiyê rasterast gule li xwepêşendêran barandin û bombeyên gazê bi kar anîbûn.