Balafirên şer ên Rûsyayê li çolistana Sûriyê zêdetirî 100 êriş pêk aniye

Vê sibê balafirên şer ên Rûsyayê bi dijwarî êrişî çolistana Sûriyê kir. Bi vê yekê hejmara êrişên hewayî di dirêjahiya 72 saetan de gihaşt 100 êrişan.

Balafirên şer ên Rûsyayê li çolistana Sûriyê zêdetirî 100 êriş pêk aniye
28 gulan, 2021   12:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê bi dijwarî çolistana Sûriyê bombebaran kir.

Li gorî navendê ku agahiyên xwe dispêre çalakvanan, di dirêjahiya 48 saetan de balafirên şer ên Rûsyayên zêdetirî 30 êriş li dijî çolistana Temdurê (Palmîra) ya gundewarê rojhilatê Humsê û Asreya li rojhilatê Hemayê û çolistana El-Resafe ya li gundewarê Reqayê pêk anîne.

Bi vê yekê di 72 saetan de, balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 100 êriş pêk aniye. Di 26`ê Gulanê de li eniyên Esreya a gundewarê rojhilatê Hemayê, çolistana El-Resafe ya gundewarê Reqayê, derdora çiyayê El-Bişrî yê li rex sînorên îdarî yên di navbera Reqa û Dêrazorê de balafirên şer zêdetirî 70 êrişên hewayî pêk anîne. Di encama wan êrişan de 5 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Ruxmî wê jî lê heta niha Rûsya nikare rê li pêşiya hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê ji aliyê DAIŞ`ê ve bigire.

(şx)