​​​​​​​Dîmenên çalakiya gerîla ya li Serhedê

Gerîla TV dîmenên çalakiya gerîla ya 13'ê Gulanê ya li qada Gilîdax a herêma Serhedê weşandin.

​​​​​​​Dîmenên çalakiya gerîla ya li Serhedê
28 gulan, 2021   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribûn:

"Hêzên me bi çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' 13'ê Gulanê saet di 19:00’an de li qada Gilîdaxê ya herêma Serhedê li dijî dagirkerên li ber Deriyê Sînor ê Gurcubûlakê bûn bi koordîneyî çalakî kirin. Ji du baskan ve li 2 wesayîtên bi tîpa Kobra, li konek û 2 kozikên dagirkeran hate xistin. Destpêkê li wesayîta bi tîpa Kobra hate xistin û hate îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin. Her wiha derb li wesayiteke din a Kobra û 2 kozikan hate xistin. Dagirkerên ku derb xwarin ber bi kon ve beziyan. Piştre jî ev kon hate îmhakirin û gelek dagirkerên tê de hatin cezakirin."

https://1452214184.rsc.cdn77.org/video/2021-05-28-gerilatv-calakiya-gurcibulax-serhed-13-05-2021-1.mp4