Malbatên şehîdan: Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd dike armanc

Malbatên şehîdan a navçeya Tirbêspiyê piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, ne tenê hêzên gerîla dikin hedef, lê belê hebûna gelê Kurd bi giştî  armanc dike. Malbatên şehîdan  destnîşan kir ku ew ê rê û armancên şehîdan bişopînin.

Malbatên şehîdan: Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd dike armanc
28 gulan, 2021   02:51
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, da ku dagirkeriya xwe li Kurdistanê berfireh bike û Mîsaqî Millî bi idîaya şerê li dijî gerîla, pêk bîne.

Malbatên şehîdan a navçeya Tirbêspiyê da zanîn ku ev şer hebûna gelê kur dike armanc.

/kr/uploads/files/2021/05/27/201724_-.webp

Birayê şehîd Selman, Ebdurehman Hecî Hesen destnîşan kir ku armancên Erdogan berdewama hedefên Osmaniyan ên dagirkirina herêmê ne. Li gorî idîya dewleta Tirk ne tenê şerê gerîla dike, lê belê şerê tevahî gelê Kurd dike û hewl dide Mîsaqî Millî pêk bîne.

Hesen da zanîn ku malbatên şehîdan dê armanc û rêya şehîdên xwe, bişopînin.  Her wiha bang li gelê Kurd kir ku ji xetereya dewleta Tirk a li dijî doza Kurdan haydar bin û bi yekitiyê li dijî siyasetên dewleta Tirk bisekinin.

`ARMANCA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK EW E KU DAGIRKERIYA XWE BERFIREH BIKE`

/kr/uploads/files/2021/05/27/201758_-.webp

Hevjîna şehîd Lewend, Lîlav Hisên diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk ên dawî, piştî dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê, dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û ew jî şerê li dijî hebûna gelê Kurd e.

Lîlav Hisên wiha pê de çû:" Em tu carî dev  ji armancên xwe bernadin, lê berovajî wê em ê têkoşîna xwe bidomînin.

`EM DI QONAXEKE XETERNAK RE DERBAS DIBIN`

/ar/uploads/files/2021/05/27/202047_slyman-hsyn.webp

Birayê şehîd Peyman, Hisên Xalid diyar kir ku ji bo gelê Kurd ev qonax pir xeter e û bi taybet piştî destkeftiyên mezin ên ku gelê Kurd bi dest xistine. Her wiha Hisên da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide ku van destkeftiyan bin pê bike,  pêkhateyên din tune bike û bi taybet gelê kurd armanc dike.

Xalid wiha gotina xwe bi dawî kir: "Baweriya gelên herêmê bi fikira demokratîk a azad heye û careke din dagirkeriyê qebûl nake, her wiha gelê herêmê bi gelek rêbazan dê şerê planên dewleta Tirk bike."

(dx)

ANHA