Civîna Damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê dest pê kir

Îro di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Komxebata Qurbaniyên Çeteyan de, civîna damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Civîna Damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê dest pê kir
Civîna Damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê dest pê kir
Civîna Damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê dest pê kir
27 gulan, 2021   11:44
QAMIŞLO

Rêxistina Însiyatîfa Parastina Hiqûqî bi sponseriya rêxistina hiqûqî ya Almanyayê (Medico International) û rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê (Fight for Humanity), civîna damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Efrîn a li Qamişloyê organîze kir.

Piştî ku 2 civîn li herêma Cizîr û Reqayê bi beşdarbûna gelek qurbaniyên çeteyan, rûspiyên eşîran, nûnerên rêxistinên civaka sivîl hatin lidarxistin ev civîn tê lidarxistin ku di encamê de reşnivîsa civînê amade bû da ku li ser nîqaş bikin.

Armanca lidarxistina vê civînê ew e ku dengê qurbaniyên çeteyên DAIŞ`ê temsîl bike, hesab çeteyan were xwestin ji ber sûcên hov ên ku li dijî sivîlan pêk anîne. Her wiha kesên ji wan êrişan û sûcan xelas bûne, roleke çalak di pêkanîna edaletê de bilîzin.

Qurbaniyên çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên rêxistina Fight for Humanity bi online tev li civînê bûn.

Di civînê de, rêveberê rêxistina têkoşîna ji bo mirovahiyê Mihemed Alçî axivî û diyar kir ku piranî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qurbaniyên DAIŞ`ê ne û anî ziman ku dibe ku asta bandorê li wan bûne cuda ye û gelek jî yekser bûne qurbaniyên DAIŞ`ê. Alçî bi bîr xist ku li ser asta navneteweyî hewldanên bênavber hene ku sûcên DAIŞ`ê kirine, werin çareserkirin.

Alçî lê zêde kir ku û got: “Bêyî pêkanîna edaletê ji qurbaniyan re ew nikarin çareseriyeke siyasî û aşîtiyeke domdar li Sûriyê pêk bînin.”

Alçî destnîşan kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê gelek xebat tên kirin û wiha pê de çû: “Dan û standinên dijwar li ser asta dewletan hene ku mekanîzmayeke dadmend bibînin ji bo ku sûcdarên DAIŞ`ê ceza bikin.”

Her wiha Alçî piştrast kir ku ew wek rêxistina têkoşîna ji bo mirovahiyê û bi sponseriya rêxistina Medico International armanc dikin ku dengê qurbaniyan ragihînin û ji bo ku daxwaz, pêşniyarên wan nîqaş bikin da ku edaletê ji bo wan pêk bînin. Alçî diyar kir ku ew piştgiriya hewldanên avakirina forumê û şopandina biryarên wê dikin.

Piştre encamnameya her du civînên li herêma Cizîrê û Reqayê ku li Reqa û Hesekê li dar ketine, hatin pêşkêşkirin û ji aliyê beşdaran ve hat nirxandin.

Beşdaran li ser girîngiya destekdayîna tevahî qurbaniyan ji aliyê psîkolojîk û civakî ve teqez kir.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l9Njt00-Kck" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>