Li herêma Cizîrê cara yekemîn e ezmûnên refa 9 û 12 tên çêkirin

Li herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina ezmûnên astên navîn û amadehî bi zimanê dayîkê (zikmakî) tên kirin ku dê di 6`ê Hezîranê de werin li darxistin. Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve mîna vê gavê li herêma Cizîrê nehatiye avêtin .

Li herêma Cizîrê cara yekemîn e ezmûnên refa 9 û 12 tên çêkirin
27 gulan, 2021   11:02
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Piştî derbasbûna 10 salan, li herêma Cizîrê amadekariyên lidarxistina ezmûnên astên navîn û amadehî bi zimanê dayîkê tê kirin. Ji bo gelê Kurd ê li Rojava ev gav gaveke dîrokî ye.

/kr/uploads/files/2021/05/27/110336_hesek-ezmon-2.webp

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ezmûn dê di 6`ê Hezîranê de dest pê bikin.

Her wiha ji bo pêkanîna ezmûnan navendên ezmûnan li kantonên Qamişlo û Hesekê hatin diyarkirin. Li herêmê ji destpêka şoreşa Sûriyê û ragihandina Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk ve ev cara yekemîn e ku ezmûn bi zimanê dayîkê li herêma Cizîrê tên çêkirin.

Têkildarî mijarê berdevka Komîteya Ezmûnan a kantona Hesekê Rûken Necar wiha got: “Navendên ezmûnan ên li herêma Cizîrê li Qamişlo, Girkê Legê, kantona Hesekê û Dirbêsiyê hatin hazirkirin.”

Rûken destnîşan kir ku xwendekarên asta amadehî û navîn jî yên kantona Hesekê dê ezmûnên xwe li Hesekê bikin. Tenê xwendekarên Dirbêsiyê û Zirganê dê li navçeya Dirbêsiyê ezmûnan bikin.

Her wiha Rûken diyar kir ku navçeya Til Birakê girêdayî kantona Qamişloyê ye, lê xwendekarên wê dê ezmûnan li Hesekê bikin.

Rûken di dewama gotinên xwe de ev agahî parve kir: “Li kantona Hesekê hejmara xwendekarên asta amadehî 900 xwendekar ji her du pêkhateyên Ereb û Kurd e. Hezar û 500 xwendekarên asta navîn in. Li navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê hejmara xwendekarên asta navîn 500 e. Me ji bo wan 5 navend diyar kirin. Ew jî li van dibistanan in; Şecerêt El-Dur, Remedan Remo û dibistana El-Yermûk.”

Rûken bi bîr xist ku komîteya Ezmûnan a Hesekê ji bo her du astên navîn û amadehî 12 navend li 4 dibistanan; Felek Hewas, Mezên Hisên ên li taxa El-Muftî û Can Hecar û Ehmed Muxlif ên li taxa El-Salhiye amade kirin.

/kr/uploads/files/2021/05/27/110327_-.webp

Rûken di dawiyê de got: “Ji bo navendên li Hesekê 12 berpirs, 24 sekreter, 150 çavdêr tevî yên yedek û li navçeya Dirbêsiyê 81 çavdêr, 12 sekreter, 6 berpirsên navendan hatin erkdarkirin. Paymenegeha Şehîd Roz Cûdî ya li navçeyê jî ji bo çavdêrên yedek hatiye diyarkirin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G5cq9w42i0A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>