Şehîd Mehêr Abdullah li Qamişloyê hat oxirkirin

Şêniyên Qamişloyê îro şehîd Mehêr Abdullah ê şervanê YPG`ê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kir.

Şehîd Mehêr Abdullah li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Mehêr Abdullah li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Mehêr Abdullah li Qamişloyê hat oxirkirin
Şehîd Mehêr Abdullah li Qamişloyê hat oxirkirin
27 gulan, 2021   12:00
QAMİŞLO

Şehîd Mahêr Abdullah (Agirî Qamişlo) di 24'ê Gulanê de li bajarê Hesekê şehîd bûbû.

Di merasîma oxirkirinê de endama meclisa malbetên şehîdan Fatme El-Casim axivî û sersaxî ji malbeta şehîd re xwest û wiha got: “Şehîd pêşengên me ne, ew wekî stêrkan li ezmanan in, ji ber ku bi xwîna ya paqij xwe kirin qurbaniya axa welêt û hezkirin û girêdana xwe bi rêber Abdullah Ocalan ve destnîşan kir.”

Fatm wiha domand: “Tevî komployên dewleta Tirk ku kolekirina gelan û binpêkirina mafên wan armanc dikin, pêkhateyên herêmê piştgiriya hev kir, şehîd jî mînaka wê ne.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zîdan jî axivî, bi gotina rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û got : “Şehîd pêşengên me ne û bi rastî dijîn. Bi saya berxwedana şehîdan me Rêveberiya Xweser û artêşek ava kir ku li hemberî tevahî êrişan sekinî.”

Zîdan soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan ên avakirina civakeke demokratîk a azad da.

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd kir û cenazeyê şehîd hate veşartin.

ANHA