Rêveberiya Xweser biryar da ku dergehên bi herêmên hikumeta Şamê re, bên vekirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryareke nû biryara bi hejmar 129`an betal kir û diyar kir ku dergehên bi herêmên hikumeta Şamê re hatine vekirin.

Rêveberiya Xweser biryar da ku dergehên bi herêmên hikumeta Şamê re, bên vekirin
27 gulan, 2021   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî biryara bi hejmar 129`an hemû dergehên sînor ên bi herêmên hikumeta Şamê re ji 24`ê Gulanê ve hatibûn girtin.

Rêveberiya Xweser îro biryarek bi hejmara 135’an derxist ku li gorî wê hemû dergeh ji îro ve tên vekirin.

(şx)

ANHA