Rojnameyên Erebî: Hilbijartinên Sûriyê parçebûnê xurtir dikin

Rojnameyên Erebî îro der barê hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê, aloziya li Lubnanê û rewşa Lîbyayê nivîsandin.

Rojnameyên Erebî: Hilbijartinên Sûriyê parçebûnê xurtir dikin
27 gulan, 2021   06:47
NAVENDA NÛÇEYAN

`Hilbijartin parçebûna li Sûriyê xurtir kir`

Di kar û barên Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: ”Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de sûrî berê xwe dan sandokên hilbijartinan. Li gel wê opozîsyona li bakur rojavayê Sûriyê û bakur û rojhilatê wê û başûrê welêt jî hilbijartin boykot kirin. Gelek texmîn hene ku serok Beşar El-Esed bi ser keve, ev yek jî parçebûna li Sûriyê zêde kir.

Wezîrên karên derve yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Almanya, Brîtanya, Fransa û Îtalyayê bi daxuyaniyekê şeva sêşemê gotin ev hilbijartin “Ne azad û ne durist in“. Wezîran bang li civaka navneteweyî kir ku hewldanên rejîma El-Esed red bikin ku dixwaze careke din rewabûnê bi dest bixe.

El-Esed jî duh bersivan rexneyan da û ji rojnamevanên li bajarê Domayê re ku berê cihê opozîsyonê bû got: “Tevgera ku niha li Sûriyê heye, bersiveke têr, tijî û diyar e. Nêrîna we sifir e lê qîmeta we deh qat in.”

`Lubnan ji aloziyan re bûye qadeke vekirî`

Rojnameya El-Beyan a îmaratî di kar û barên Lubnanê de wiha nivisî: “Qada Lubnanê hîna li pêşiya aloziyan vekirî ye. Mîna ku li gerestêrkeke din e. Ne encam ne jî soz û ne jî pirsgirêk û alozî tên çareserkirin. Heta niha pirsgirêka sazkirina hikumetê çênbûye. Tenê di çarçoveya texmîn û analîzan de maye. Axaftinên girêdayî wê jî asta hêviyê derbas neke.

Di çarçoveya vê aloziya tengav de hewldanên sazkirina hikumetê rêz dibin, pê re şer û nakokî derdikevin. Herî dawî peyama serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn ji parlamentoyê re di hefteya borî de û pirsgirêka ku di encamê de derketiye heta ku gihaştiya asta îstîfakirina parlamenteran. Ev yek derfeta bi serxistina tu însiyatîfan ji bo hêsankirina sazkirina hikumetê bi bin xist. Bi taybet însiyatîfa ku dihat gotin ku serokê parlamentoyê Nebîh Berî bi koordîneya patriyarkê maronî Mar Bişare Butrus El-Raî wê bidin destpêkirin. Ruxmî ku tê zanîn Partiya Hêzên Lubnanê û Şepela Nîştimanî ya Azad hewl didin bi awayekî komî îstîfa bikin û banga lidarxistina hilbijartinên pêşxwest bikin. Li gorî texmînan hilbijartinên giştî ne diyar e ku di dema xwe ya diyar de li dar kevin.”

`Lîbya pirsgirêkên berê ji bîr nekirine`

Têkildarî Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Lîbyayî li hev kirin ku şer bi dawî bikin, hikumet û meclisa serokatiyê yên nû saz bikin, lê li ser jibîrkirina pirsgirêkên berê û derbaskirina êşên şer û parçebûnê li hev nekirine ku operasyona El-Kerame beşek jê ye ku fermandarê giştî yê artêşê Xelîfe Heftar li dar xistiye. Ruxmî ku armanca operasyonê têkoşîna li dijî terorê bû, lê lîbyayî hîna bûyerên li Binxazî û Derneyê rû dane wek şerekî navxweyî di navbera qebîleyên erebî û El-Heder ên ji Terablus û Misratayê de bi nav dikin.

Li gorî pêşbînan, Heftar bi zanabûna hikumeta nû û serokê wê Ebdulhemîd El-Debîba û meclisa serokatiyê û serokê wê Mihemed El-Menfî vexwend vejandina salvegera 7`an a operasyona El-Keramê. Li gorî çavdêrên rewşa Lbîyayê, armanc ji vê yekê ew e ku desthilata nû bide şermkirin ku dê xwe li hemberî du vebijarkan bibîne yan beşdar bibe û ev tê wateya ku bi operasyonê îtîraf bike û ev yek dê aloziyan bi komên çekdar ên li herêma rojava yên alîgirê Şepela Islama Siyasî re derxe. Yan jî red bike, ev yek jî dê hikumetê û El-Debîba xuya bikin ku ew fedekariyên ciwanên Berqayê yên li hemberî terorê red dikin.”

(şx)