MXDŞ’ê têkildarî veguhestina malbatên DAIŞ’ê daxuyanî da

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyê diyar kir ku bêyî amadekariyeke têrker û tedbîrên ewlehiyê, veguhestina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bo parêzgeha Neynewayê metirsiyek mezin e. Meclisê bang li hikumeta Iraq û NY`yê kir ku heta amadekariyeke baş tê kirin, veguhestinê rawestînin.

MXDŞ’ê têkildarî veguhestina malbatên DAIŞ’ê daxuyanî da
27 gulan, 2021   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) derbarê veguhestina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bo Mûsilê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku sala 2014’an DAIŞ’ê ji Mûsilê êrîşî ser herêmê kiriye, lê ev rastî li ber çavan nayê girtin û wiha hat domandin: “Mirov dikare Mûsilê wek çavkaniya DAIŞ’ê bi nav bike. Îro em dibînin bêyî ku bi awayekî baş meseleyên ewlehiyê li ber çavan bên girtin, malbatên çeteyan vedigerînin Mûsilê.  Ev yek di warê ewlekariyê de metirsiyekê li ser herêmê çêdike.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku diviyabû Wezareta Koç û Koçberan, hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hîn zêdetir bi baldarî tev geriyabana û hat gotin: “Pêwîstbû li ser veguhestina van malbatan baş bihata sekinandin. Bi taybetî ji bo diyarkirina cihê ku van malbatan diveguhezinê, diviyabû baldarî hebûya. Ev malbat dibin sedem ku ewlekariya herêmê têk biçe û bibe xeterî li ser aramiya herêmê, bi taybet jî ewlehiya civak me ya Êzidî.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî vegera welatiyên Iraqê ji bo ser axa xwe nîn e û wiha hat domandin:  “Em li dijî kesên ku destek dane DAIŞ’ê û destê wan di komkujiya gelê me de heye, ne. Em li dijî wê yekê ne ku ev kesên wiha bêyî darizandin vegerin herêmê. Niha 150 malbat vegeriyan, lê metirsî heye û em bang li raya giştî dikin ku li hemberî vê rewşê bêdeng nebin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Wezareta Koç û Koçberan û NY`yê hat kirin ku heta di warê ewlekariyê de amadekariyeke têrker tê kirin, veguhestina malbatên DAIŞ’ê rawestînin.

MALBATÊN DAIŞ’Î JI KAMPA HOLÊ ANÎBÛN CEDAA

Di 24’ê Gulanê de 100 malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Kampa Holê ya di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de radestî hikumeta Iraqê hatibûn kirin. Hikumeta Iraqê jî ev malbat li Kampa Cedaa ya li başûrê parêzgeha Neynewayê ku dikeve navbera navçeya Maxmur, Kerkûk û Musilê, bi cîh kiribûn.

Li gorî MXDŞ’ê hejmara malbatên hatine veguhestin 150 ye, lê li gorî Wezaret Koç û Koçberan 94 malbat hatin veguhestin.