Tîmên agirkujiyê ji bo parastina mewsima çinînê tedbîrên pêwîst girtin

Tîma agirkujiyêya Dêrikê ji bo parastina mewsima çinînê ya îsal hin tedbîrên pêwîst bi rêya belavkirina erebeyên agirkujiyê li ser nuqteyên li herêmê, girt.

Tîmên agirkujiyê ji bo parastina mewsima çinînê tedbîrên pêwîst girtin
27 gulan, 2021   07:38
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Tîma agirkujiyêya Dêrikê ji bo parastina mewsima çandiniyê ya îsal ji xeteriya şewatê, 5 erebeyên agirkujiyê li nuqteyên pêwîst belav kir.

Tîma agirkujiyêerebeyên agirkujiyê li bajarokê Eyn Dîwar, Rûbariya, şirketa Inma, şirketa Rodoko li herêma Koçerata û nuqteya dayîm jî ya navenda wê Dêrik e belav kir da ku di 24 saetan de, di nava pêwendiya bi nuqteyên belavkirî re be.

Erebeyên agirkujiyê û xebatkar di nava 24 saetan de nobedariyê digrin, her wiha 2 ajokar û 2 xebatkarên yedek hene.

Nuqte li gorî herêmên zeviyên çandiniyê yên ku bi bîran têne avdan hatin belavkirin da ku cihê nuqteyên agirkujiyê baş be û nêzî zeviyan be.

Di her nuqteyekê de tîma agirkujiyê, alavên pêwîst û xeta awarte ku di nava 24 saetan dixebitin hene, da ku bangan bi cih bînin û bi lez şewatê vemrînin. Li ser vî esasî komîteyên awarte ji şêniyên wan gundan ava kirine.

Tîma agirkujiyêya Dêrikê hejmara telefona xebatkar û ajokaran li şêniyan belav kir.

Tîma agirkujiyêbi Şaredariya Gel a Dêrikê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC`ê, meclisa navçeya Dêrikê, dayîreya veguhestin û aboriyê, saziya çandiniyê û komeleyên Yekitiya Cotkaran re di nava koordînasyonê de ne da ku hevkariyê bi hev re bikin û dema ku şewat derket bi hev re vemrînin.

Her wiha Yekitiya Cotkaran a herêma Dêrikê bi xwediyên terektoran re koordîne kirine ji bo ku hemû pêwîstiyan ji xwediyên wan re peyda bikin, her wiha hejmara telefonên wan li bajarok û gundewarên herêma Dêrikê, belav kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê û Endamê komîteya Awarte Şêrwan Xelîl di vê der barê de ji ANHA`yê re axivî: "Tîma agirkujiyê û hemû endamên komîteyên awarte û ajokarên erebeyên agirkujiyê beriya ku werin belavkirin li gorî pêwîstiyê hatin perwerdekirin."

Şêrwan Xelîl wiha domand: "Hemû tedbîr û pêwîstî ji aliyê Tîma agirkujiyê ve û bi hevkariya saziyên pêwendîdar hatin girtin da ku di dema şewat di nava zeviyan de derket, vemrînin."

Her wiha cotkarê bi navê Mihemed Elî ku ji herêma Koçerata ye û endamê komîteya awarte ye ev tişt anî ziman: "Divê şênî û cotkar li gundewar û bajarokan koordîneyê bi tîma agirkujiyê re bikin heta ku mewsima çinînê bidawî bibe û zevî weke salên borî neyên şewitandin."

Mihemd Elî destnîşan kir ku şêniyan banga tîma agirkujiyê bi cih anî û komîteyên awarte li gundewaran ava kir.

Komîteyên awarte ji bo parastina zeviyên berfireh û ji ber kêmbûna erebeyên agirkujiyê ku nikarin bangên hemû herêman bi cih bînin bi cotkaran re li gundewarên Dêrikê di nava hevkarî û koordîneyê de ne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3nkdtPCPhOw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>