Ciwanekî Êzidî radestî malbata wî hat kirin

Duh êvarê ciwanekî (16) yê ku ji Kampa Holê ji aliyê QSD`ê ve ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin bi alîkariya Mala Êzidî û Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî radestî malbata wî hate kirin.

Ciwanekî Êzidî radestî malbata wî hat kirin
27 gulan, 2021   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê duh êvarê ciwanekî êzidî (16) bi navê Erdewan ku ji Kampa Holê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin bi alîkariya Mala Êzidî û Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî radestî malbata wî hat kirin.

Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Rîham Hesen di derbarê xebatên rizgarkirina dîlan de got: “Tevî xemsariya mezin a hikumeta Iraqê, bi alîkariya QSD’ê hêza ku ji fermanê ve alîkariya me dike, bê navber mirovên me ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin. Em spasiya QSD’ê dikin. Bi saya têkiliiyên tevna me, Mala Êzidî û QSD’ê em dîlên xwe rizgar dikin û digihînin malbatên wan.”

Rîham wiha domand: “Li şûna ku hikumeta Iraqê bi me re bibe alîkar û tîmên rizgarkirina dîlan ava bike, astengiyan çêdike. Ev 7 sal in gelê me di nava lêgerîneke mezin de ye, ji bo ku dîlên xwe rizgar bike. Lê, cihê lêgerîna gelek kesan şaş e. Diçin li gel wanên ku bûne sedema fermanê. Ev yek şaş e, divê gel şiyar be û nekeve di bin bandora fermana spî de.”