Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kes bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi Koronayê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kes bi Koronayê ketin
26 gulan, 2021   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku li herêmê 73 kesên din bi Koronayê ketine, ew jî 38 mêr, 35 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 14

Qamişlo: 16

Dêrik: 10

Amûdê: 2

Reqa: 25

Şehba: 4

Dêrazor: 1

Kampa Holê: 1

Mistefa diyar kir ku 2 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 672 kes bi Koronayê ketine, ji wan 717 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 778 kes baş bûne.

(cx)