Cara yekemîn li Qamişlo stasyona komkirina gilêşê hate vekirin

Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê a kantona Qamişlo stasyona komkirina gilêşê li rojhilatê Qamişloyê vekir, da ku gilêşê ji wir bibin korta sereke ya li Holê.

Cara yekemîn li Qamişlo stasyona komkirina gilêşê hate vekirin
26 gulan, 2021   12:24
 QAMIŞLO

Ji bo kêmkirina bêhna genî ya ji ber şewitandina gilêşê li bajar û gundên herêma Cizîrê û da ku şênî bi nexweşiyên giran nekevin, îro Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê a Qamişlo stasyona komkirin û veguhestina gilêşê vekir. Stasyon bi dirûşma “paqijî çanda me ye û çand bingeha parastina civaka me ye” hate vekirin.

Di merasîma vekirinê de, Endama Komîteya Şaredariyan a Qamişlo Arîn Hadî projeya li şêniyên herêmê pîroz kir û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim hewl dide hemû pirsgirêkên şêniyan çareser bike.”

Arîn anî ziman ku komite hewl dide sozên ku dane şêniyan û projeyên ku dikevin xizmeta wan pêk bîne û wiha domand: “Em îro stasyona komkirin û veguhestina gilêşê vedikin, ev projeyeke stratejîk e li herêmê û dê pêwîstiya şêniyan pêk bîne.”

Arîn bi bîr xist ku cihê şewitandina gilêşê yê li Navkurê ya Qamişlo pirsgirêk ji şêniyan re derdixist, ji lew re sala 2020`an projeyek ji bo xilasbûna ji gilêşê pêk hat, ew jî yek ji projeyên destpêkê yên komîteya Şaredariyan bû ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê.

Ji beriya nêzî salekê ve Gernîndetiya Hawîrdorê ya girêdayî Rêveberiya Herêmî bi hevkariya Komîteya Şaredariyan û Parastina Hawîrdorê ya herêma Cizîrê ve, amadekariya projeya komkirina gilêşê dikin.

Arîn diyar kir ku stasyonên komkirin û veguhestina gilêşê li bajarên ku herî zêde zirarê ji cihên gilêşê yên belawela didîtin, hatin avakirin û wiha domand: “Gilêş dê rojane li stasyonê bê komkirin, piştre wê ji bo cihê gilêşê yê sereke li Holê bê veguhestin. Tê payîn ku ev proje 10 salan bidome, her wiha tê payîn ku di qonaxa bê de projeyek din ji bo gilêşê hebe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev proje li ser 2 qonaxan pêk hat, avakirina stasyonên veguhestina gilêşê li bajarên Qamişlo, navçeya Amûdê û bajarê Dêrikê û veguhestina wê bi rêya kamyonên taybet bi wê karî. Wê ew gilêş ji bo cihê sereke yê li roljavayê gundê Xizêlê yê herêma Holê ya Hesekê bê veguhestin û li wê derê bê tunekirin. Hejmara kamyonên veguhestina gilêşê 6 in û têra ji 40 heta 50 ton gilêş dike.

Hevseorka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif jî ev proje li hemû şêniyan pîroz kir û wiha got: “Ji beriya 10 salan ve gelê me ji bo serxistina Rêveberiya Xweser têdikoşe. Ev proje wekî bersivdayîna hewldanên reşkirina Rêveberiya Xweser e. Em ê her tim li kêleka gelê xwe bin.”

Li kantona Qamişlo cihên gilêşê yên belave hene, ji wan cihek li Navkurê ya 5 km rojavayê Qamişlo heye û rojane nêzî 20 ton gilêş ji wir re tê veguhestin. Şêniyên gundên nêzî wir ji ber bêhna gilêşê pirsgirêkan dijîn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Twhwop6icJc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>